Li Zaxoyê projeya çandina zêdetirî 16 hezar daran hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, bi hevahengî ligel Rêxistina Navdewletî ya Kar (ILO) û Serokatiya Zanîngeha Zaxoyê, projeyeka nû ji bo keskikirina deverê ragihand, ku tê de dê pirtir ji 16 hezar daran bên çandin. 

Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê Mêhvan Mecîd, ev proje ji çandina 16 hezar û 350 daran li nav wan erdên ku di nava Zanîngeha Zaxoyê de ne pêk tê. Ev pêngav parek ji kampeyna mezin a Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ji bo çandina yek milyon daran e, ku heta niha di qonaxa yekê de pirtir ji 40 hezar daran hatine çandin.

Ev ji bo heyama du salan e ku dest bi karên vê projeyê hatiye kirin û bi rengekê standard ê navdewletî tê bicihanîn. Ji bo piştrastbûna ji hişknebûna daran, sîstemekî pêşkeftî yê avdanê ji bo wan hatiye çêkirin û tîmeka taybet çavdêriya wan dike.

Yek ji taybetmendiyên giring ên vê projeyê peydakirina fersendên kar e ji bo şêniyên deverê, aware û penaberan. Hevdem Rêxistina Navdewletî ya Kar (ILO) bîmeya kar û tenduristiyê ji bo wan karkerên ku di vê projeyê de kar dikin dabîn kiriye, bi awayekî ku di dema rûdana her birîndarbûn an nexweşiyekê de, ev rêxistin berpirsyariya çareserkirina wan dike.

Biryar e ku cihê vê projeyê wekî daristaneka rêkxistî di nava Zanîngeha Zaxoyê de bê pêşxistin, ku rêyên peyatî, cihên bêhnvedanê û kafeterya di nav de hebin, daku xwendevan û welatî bikarin di jîngeheka paqij û dîmenekî xweşik de demên xwe derbaz bikin.

Armanca serekî ya vê kampeynê, tevî pêşkêşkirina dîmenekê şaristanî û xweşik ji bo Zaxoyê, paqijkirina jîngehê û kêmkirina bandorên pîsbûna hewayê û guhertina keşûhewayî ye li deverê bo xwendevanan e. Ev dar jî darên fistiq û zeytûnan in, ku li ser rûberê 80 heta 90 doniman tên çandin.