Projeqanûna pêvajoya aştiyê Ocalan û serkirdeyên PKKê venagire
Navenda Nûçeyan (K24) – Tê çaverêkirin ku di vê hefteyê de projeqanûna çarçoveya pêvajoya aştiyê pêşkêşî Parlamendoya Tirkiyeyê bê kirin û berî destpêkirina bêhnvedana parlamendoyê bi yekcarî bê pejirandin; hevdem ev proje Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan û serkirdeyên payebilind ên wî partiyê venagire.
Medyayên nêzîkî desthilata Tirkiyeyê ragihand ku pêşniyara qanûna çarçoveyê ya girêdayî pêvajoya aştiyê di vê hefteyê de pêşkêşî Serokatiya Parlamendoya Tirkiyeyê tê kirin û bizav tê kirin ku berî destpêkirina werzê bêhnvedana parlamendoyê bi temamî bê pejirandin.
Hatiye diyarkirin ku ev pêşniyar ti xalên girêdayî Abdullah Ocalan û serkirdeyên payebilind ên PKKê venagire, herwesa wan kesan jî venagire yên ku berê cezayê girtina hetahetayê yê giran li ser wan hatiye sepandin.
Li gorî naveroka vê projeyê, ew endamên PKKê yên ku dixwazin vegerin Tirkiyeyê heger destê wan di ti tawanên kuştin û tundûtûjiyê de tune be, di çarçoveya bingehên poşmaniyê de nayên cezakirin. Ligel vê yekê jî, ew dê ji bo heyama sê heta pênc salan di bin çavdêriya hûrgilî ya dadwerî de bin û di wê heyamê de mafê wan tune ye di saziyên hikûmî de kar bikin an jî çalakiyên wan ên siyasî hebin.
Bicihanîna vê pêngavê bi wê yekê ve hatiye girêdan ku li destpêkê Dezgeha Hewalgirî (MÎT) û artêşa Tirkiyeyê li ser erdê pişkinînê bikin û piştrast bibin, piştre jî Encûmena Ewlekariya Neteweyî bi rengekê fermî hilweşandina çekdarî û danîna çekan bipejirîne.
Serokê Parlamendoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş tekez kir ku ev qanûneka çarçoveyî, demkî û serbixwe ye û bi ti awayî wekî lêborîna giştî nayê hejmartin. Serokê Parlamendoyê herwesa got: “Tê çaverêkirin di vê hefteyê de proje bigihe parlamendoyê û ji bo desteyên peywendîdar bê şandin, her di heman hefteyê de danûstandin li ser bên kirin û bê bidawîanîn.
Ji dawiya sala 2024ê ve bizav ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê hatin destpêkirin, piştî ku Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî bang li Abdullah Ocalan kir ku ji parlamendoyê ve hilweşandina PKKê rabigihîne.