Li Şamê mûzîkjen Mehmûd Xelîl mîrata bav û kalan hînî nifşê nû dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Li taxa Wadî El-Meşarî ya Şamê, qada çandî bînerê tevgereke mûzîkî ya berçav. Mûzîkjen Mehmûd Xelîl bi rêya vekirina xulên fêrbûna mûzîk û folklora Kurdî, mîrata hunerî û şarezayiya jenîna tembûrê ji bav û kalan vediguhezîne nifşên nû.
Mûzîkjenê Kurd Mehmûd Xelîl, , ev zêdetirî 10 salan e li bajarê Şamê huner û folklora Kurdî bi rêya amûra tambûrê diparêze û hînî nifşên nû dike.
Mehmûd Xelîl, ku bi eslê xwe ji gundê Girdahol ê ser bi navçeya Tirbespiyê ye, nêzîkî 25 salan e li Şamê niştecî ye. Wî li taxa "Wadî El-Meşarî" (Taxa Kurdan) xuleke ji bo hînkirina tambûrê vekiriye. Armanca wî ya sereke ew e ku zarok û ciwanên Kurd ên li deryî welat dijîn, ji çand û mîrata xwe dûr nekevin.
Mûzîkjen Mehmûd Xelîl derbarê xebata xwe de ji Kurdistan24ê re got: "Ez ev deh sal in tambûrê hînî fêrxwazan dikim. Tambûr mîrata me ya Kurdî ye. Em naxwazin nifşên me yên li vir mezin dibin, mîrat û stranên xwe yên Kurdî ji bîr bikin. Ji ber vê yekê, em her tim hewl didin vê hunerê zindî bihêlin."
Zarok û ciwanên Kurd ên li Şamê bi daxwazeke mezin berê xwe didin dersên Mehmûd Xelîl. Fêrxwaza bi navê Bêrîn Reşîd, ku hînî tambûrê dibe, kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Ez ji tambûrê pir hez dikim. Ev çand û mîrata me ye. Mamoste Mehmûd keda zêde li ser me dide da ku em vê mîratê ji bîr nekin. Divê her keçek û xortekî Kurd fêrî hunera xwe bibe."
Her wiha fêrxwaz Ceylan Silêman jî bal kişand ser piştgiriya malbata xwe û got: "Malbata min ez han dam ku ez fêrî tambûrê bibim. Ji ber ku tambûr mîrata me Kurdan e, ez dixwazim her tim vê amûrê bijenim û çanda xwe biparêzim."
Xebatên Mehmûd Xelîl li paytexta Sûriyeyê, di nava civaka Kurd de wek xebateke giring tê dîtin. Tevî dûrbûna ji axa bav û kalan, bi rêya dengê tambûrê û stranên folklorî, mîrata Kurdî li xerîbiyê jî tê zindîkirin.