Li Sîdekanê du şivan bi teqîna paşmayiyekî şer birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Li devera zozanên Berbizinê ya girêdayî qezaya Sîdekanê, du şivan ji ber teqîna paşmayiyekî şer birîndar bûn û piştî wergirtina çareseriya destpêkê, bo nexweşxaneyeka Soranê hatin veguhastin.

Peyamnêrê K24ê li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê Bekir Silêman ragihand: “Du şivan li serê sibeha îro (Yekşem, 7ê Hezîrana 2026ê) ji ber teqîna paşmayiyekî şer li zozanên Berbizinê yên girêdayî bajarkê Sîdekanê birîndar bûn.

Rêveberê Nexweşxaneya Sîdekanê Tehsîn Osman jî ji peyamnêrê K24ê re ragihand ku rewşa tenduristiya her du birîndaran baş e û tenê çend perçeyên biçûk ên saçmeyan bi bedena wan ketine. Navborî diyar jî kir ku piştî ku çareseriya destpêkê jê re hatiye kirin, ew bo Nexweşxaneya Aştiyê ya Fêrkariyê li Soranê hatine şandin.

Li gorî zanyarên peyamnêrê K24ê, navên wan her du şivanan Hekîm Mamend (31 salî) û Evîn Şêxo (21 salî) ne û dema ku ew mijûlî çerandina sewalên xwe bûn, perçeyeka paşmayiyên şerê di navbera artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKKê de teqiya û ew her du birîndar kirin.

Deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê û bi taybetî zozanên Berbizinê li Sîdekanê, ev gelek sal in ji ber şer û pevçûnên artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKKê bûne meydana çandina teqemenî û yiyên şer. Ev paşmayî li ser jiyana gundî, şivan û wan kesên ku qesta wê deverê dikin xeteriyeke herdemî ne û her sal dibin sedema canbexşîn an kêmendamtiya bi dehan welatiyan.