Kamerayên "xal to xal" di navbera Kelar û Kifrî de ketin kar

Navenda Nûçeyan (K24) - Kamerayên çavdêriyê yên tora lezatiyê bi sîstema "xal bo xal" (point to point) li ser cadeya serekî ya navbera her du bajarokên Kelar û Kifrî ketin kar; hevdem li sînorê parêzgeha Silêmaniyê jî guhartin di sîstema xebata çend kamerayan de hat kirin.

Peyamnêrê K24ê Herêm Caf îro (Yekşem, 7ê Hezîrana 2026ê) ragihand ku kamerayên çavdêriyê yên tora lezatiyê bi sîstema "xal bo xal" li ser cadeya serekî ya navbera her du bajarokên Kelar û Kifrî ketin kar û êdî zêdegavî tên tomarkirina.

Cadeya dualî ya navbera Kifrî û Kelarê, ku di sala 2024ê de hatiye temamkirin, 42 kîlometreyan dirêj e û 16 kamerayên "xal bo xal" li ser wê hatine danîn; bi rengekî ku li ser her 5 kîlometreyekê kamerayek hatiye danan. Leza destûrdayî li ser wê cadeyê 100 kîlometre di saetekê de ye, lê li hin cihan dadikeve 80 û li hin pişkan jî dibe 60 kîlometre.

Li gorî zanyarên peyamnêrê K24ê, di pêngava duyê de, biryar e ev sîstem li ser cadeya navbera Kelar û Derbendîxanê jî bê danîn, herwesa li sînorê parêzgeha Silêmaniyê jî guhartin di sîstema xebata çend kamerayan de hat kirin.

Zêdebarî danana kamerayên xal bo xal li ser cadeyên Herêma Kurdistanê, hejmareka kamerayan li yek xalê hatine danîn, herwesa pişkek ji kamerayan gerok in û her rojn ji aliyê polîsê trafîkê ve li ser cadeyên navxwe û derve tên danîn.

Li gorî rênamiyên trafîkê, cezayên darayî yê tora lezatiyê ji 70 hezar dînarên Îraqî dest pê dike heta digihêje 230 hezar dîneran. Sîstema "xal bo xal" cara yekê di sala 2023ê de li ser cadeya 120 metreyî ya Hewlêrê hatibû ceribandin, ku li gorî nirxandina Wezareta Navxweyî, ev pêngav bûye sedema kêmbûneka berçav a rûdanên trafîkê û parastina canê welatiyan.