Li Îsraîlê êrîşeke çekdarî çê bû: Kuştî û birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) - Di encama êrîşeke çekdarî de ku li navenda Îsraîlê rû da, du kes hatin kuştin û heft kesên din jî birîndar bûn; polîs û hêzên ewlehiyê yên wî welatî jî ketine amadebaşiyê bo girtina gumanbarên din.
Di encama êrîşeke çekdarî de bo ser çar cihên cuda cuda li devera "Koxav Yaîr"ê ya li navenda Îsraîlê, îro (Yekşem, 7ê Hezîrana 2026ê) du kes hatin kuştin û heft kesên din jî birîndar bûn.
Medyayên Îsraîlê belav kir ku hêzên ewlehiyê yek ji gumanbaran girtiye û yekî din jî bêlî kiriye (kuştin an birîndarkirin); herwesa lêgeriyana li pey gumanbarekî din jî berdewam e.
Artêşa Îsraîlê jî ji aliyê xwe ve ragihand ku hêzên wan li deverên "Tsur û Tsur Yitshaq"ê hatine belavkirin. Herwesa daxwaz ji xwecihên devera Tsur Yitshaqê hatiye kirin ku di malên xwe de bimînin, heta wê demê ku xeterî bi dawî dibe, ji ber ku guman heye ku êrîşbarekî din li deverê mabe.
Dezgehên ewlehiyê yên Îsraîlê dest bi lêkolîneka hûr û kûr kirine, ji bo zêdetir eşkerekirina nasnameya êrîşberan û hûrgiliyên wê rûdanê.