Novak: Rûsya amade ye peywendiyên xwe ligel Amerîkayê asayî bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê ragihand ku Moskoyê tu carî pişta xwe nedaye Waşintonê û ji bo destpêkirina peywendiyên nû amade ye; herwesa tekez jî kir ku niha top di qada Amerîkayê de ye.
Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksander Novak di çarçobeya Korbenda Aborî ya Navdewletî ya Saint Petersburgê de, di hevpeyvînekê de ligel kanala “NBC”yê ya Amerîkayî ragihand: "Rûsyayê qet pişta xwe nedaye Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Em amade û vekirî ne, ji bo çêkirina peywendiyên nû, niha jî top di qada wan de ye."
Ev daxuyaniyên Aleksander Novak di demekê de tên ku peywendiyên navbera Mosko û Waşintonê ji ber qeyrana Ukraynayê û wan cezayên aborî yên li ser Rûsyayê hatine sepandin aloziyeke bêhempa û dîrokî tomar kiriye.
Berî niha û di meha Adara 2025ê de, Koçka Kremlinê diyar kirbû ku asayîkirina peywendiyan ligel Amerîkayê karekî "demdirêj û bizehmet e", lê di eynî demê de hebûna "îradeya siyasî li ba her du aliyan bo pêşveçûnê" tekez kirbû.
Korbenda Aborî ya Navdewletî ya Saint Petersburgê, ku wekî mezintirîn rûdana aborî ya salane li Rûsyayê tê dîtin, îsal di dema navbera 3 heta 6ê Hezîranê de birêve çû û hejmareke zêde ya berpirs û veberhênerên cîhanî tê de pişkdar bûn.
Peywendiyên Rûsya û Amerîkayê niha di rewşa "pêkdadanên sar" û aloziyeka mezin de ne, bingehê duberekiyan jî ji bo hevrikiyên hêz û hejmoniya jiyopolîtîk vedigere; Waşinton bizavê dike ku pêgeha xwe wekî yekane cemsera cîhanê biparêze, li aliyê din jî Mosko ji bo vegerandina pêgeha xwe wekî zilhêzekê û wergirtina deverên dîrokî yên di bin deshilata xwe de bizavê dike.