Îran: Pevguhertina peyaman bi Washingtonê re bi rêya navbeynkaran berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand, pevguhertina peyaman bi Amerîkayê re berdewam dike û navbeynkarên navdewletî ji bo kêmkirina aloziyan di nava hewildanan de ne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ismaîl Beqayî îro 26’ê Tîrmeha 2026’an di daxuyaniyekê de aşkere kir, Tehranê bi fermî ji rayedarên Pakistanê re ragihandiye ku ew ji danûstandinên bi Amerîkayê re venekişiyane. Diyar kir jî, proseya danûstandinan nehatiye betalkirin, lê tenê ji bo demkî hatiye rawestandin.
Beqayî tekez kir ku welatê wî amade ye li ser bingeha "Yadaştnameya Têgihîştinê" ya ku berê di navbera Washington û Tehranê de hatibû îmzekirin, danûstandinan bidomîne.
Ev daxuyaniya Îranê di demekê de tê, Pakistan û Qeterê pêşniyareke hevbeş pêşkêşî her du aliyan kiriye, da ku piştî qonaxeke giran a pevçûnên leşkerî û aloziyên dîplomatîk, careke din vegerin ser maseya gotûbêjan. Hat ragihandin ku her du welatan (Îran û Amerîka) bersiva xwe ji bo vê pêşniyara navbeynkariyê şandine.
Her çend di rojên dawî de asta êrîşên leşkerî yên rasterast kêm bûbe jî, rojnameya Amerîkî New York Times di raporekê de bal kişand ser metirsiyên li navçeyê. Rojnameyê hişyarî da ku hîna metirsiya derketina pêleke nû ya şer û pevçûnan li Rojhilata Navîn bi dawî nebûye û her kêlî dibe ku alozî dîsa serhildan bikin.