PDK û YNK civiyan: Divê berjewendiya giştî bibe xala hevbeş

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Mekteba Rêkxistina PDKê li Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke Malbenda 3 ya YNKê kir. Di hevdîtinê de pêşhatên navçeyê û girîngiya yekrêziya navbera her du aliyan hate gotûbêjkirin.

Berpirsê Mekteba Rêkxistina Parêzgeha Hewlêrê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi amadebûna endamên mektebê, pêşwazî li Berpirsê Malbenda 3 ya Hewlêrê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rêbaz Berkotî, û şandeya pê re kir.

Di çarçoveya hevdîtinê de, her du aliyan liser rûdan û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û têkiliyên dualî bi taybetî rawestiyan. Di civînê de tekezî li ser girîngiya karê hevbeş, yekrêzî û tebayiya navbera aliyên siyasî hate kirin, da ku berjewendiyên giştî yên gelê Kurdistanê werin parastin.

Her du şandeyan giringiya diyalogê bilind nirxandin û geşbîniya xwe nîşan dan ku bi rêya hevdîtinan xitimîna di pêvajoya siyasî de were derbaskirin. PDK û YNKê tekez kirin ku yekdengiya li Hewlêrê bandoreke erênî li seranserî Herêma Kurdistanê dike.