Îranê bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îranê êrîşeke berfireh a mûşekî bir ser Îsraîlê. Piştî hişyariyên tund ên rayedarên Taranê, li seranserê Îsraîlê zengên hişyariyê lê dan û pergalên berevaniya asmanî ketin tevgerê.
Pêla Yekem
Di qonaxa yekem a êrîşê de, artêşa Îsraîlê li ser hesabê xwe yê platforma "X"ê ragihand, ji axa Îranê mûşek ber bi welatê wan ve hatine avêtin. Bi destpêkirina êrîşê re, li gelek navçeyên wî welatî zengên hişyariyê lê dan.
Artêşê diyar kir, pergalên parastina asmanî di çalakiyê de ne û hewl didin mûşekan li asman pûç bikin. Di vê pêlê de medyaya Îsraîlê behsa avêtina 4 mûşekan kir.
Pêla Duyem
Piştî demeke kurt, medyaya Îranê ragihand ku wan pêla duyem a mûşekan arasteyî Îsraîlê kiriye. Li gorî daxuyaniya Kanal 14 a Îsraîlê, piştî avêtina mûşekên vê pêlê, li herêmên navendî yên Îsraîlê dengê çendîn teqînên giran hatin bihîstin. Artêşê beriya vê pêlê hişyarî dabû ku ew amade ne ji bo her cure êrîşeke mûşekî ya di saetên bê de.
Pêla Sêyem
Di qonaxa sêyem de, ajansa nûçeyan a Fars a Îranê eşkere kir, pêla sêyem a êrîşên mûşekî dest pê kiriye. Medyaya Îsraîlê jî piştrast kir ku li seranserê welat dengê teqînên mezin û li pey hev tê bihîstin.
Hat diyarkirin ku ev teqîn ji ber mûşekên ji Îranê hatine avêtin û rûbirûbûna pergalên berevaniya asmanî pêk hatine.