Artêşa Îsraîlê: Firokeyên me li hejmarek armancên leşkerî yên Îranê da
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Îranê bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kir, firokeyên şer ên Îsraîlê li navend û rojavayê Îranê gelek xalên leşkerî bombebaran kirin.
Artêşa Îsraîlê îro 8ê Hezîrana 2026an bi daxuyaniyekê ragihand, "Hêzên asmanî yên Îsraîlê, bi rênîşandana îstîxbarata leşkerî, li herêmên navend û rojavayê Îranê li çendîn armancên leşkerî dane." Artêşê tekez kir, ev operasyon wekî bersiveke rasterast a li dijî êrîşên Îranê ye ku herêm xistiye ber sînorê şerekî giştî.
Kanala 12 a Îsraîlê ragihand, di nav armancên vê operasyonê de Firokxaneya Mehrabad a li Tehranê jî hebû. Hat destnîşankirin ku sîstemên parastina asmanî, bingehên avêtina mûşekan û kargehên berhemanîna dronan armancê sereke yên êrîşan bûn.
Medyaya fermî ya Îranê piştrast kir, bajarên wekî Tehran, Îsfahan, Tewrêz, Kirmanşan û Kerec bûne armanca bombebaranan. Ajansa "Mehr" da zanîn, li bajarê Îsfahanê herî kêm dengê sê teqînan hatiye bihîstin.
Ji aliyê xwe ve, Alîkarê Parêzgarê Îsfahanê ji bo Karûbarên Ewlehiyê Ekber Salehî derbarê êrîşa li ser devera Necefabadê axivî û got: "Di êrîşê de ti ziyanên canî derneketine."
Berpirsekî Wezareta Ceng ê Amerîkayê ji malpera "Axios" re ragihand, artêşa Amerîkayê bi ti awayî tevlî van êrîşan nebûye. Herwiha heman berpirsî amaje bi we kir ku êrîşên Îsraîlê ji aliyê qebare û firehiyê ve "bi sînor" bûn.
Ev êrîşên Îsraîlê piştî wê yekê tên, şeva borî Îranê bi mûşekan êrîşî Îsraîlê kiribû. Tehranê ragihandibû, ev êrîş wekî tola bombebaranên li ser Libnanê û kuştina serkirdeyên "Eniya Berxwedanê" hatine kirin.