Rojnamevan Helkewt Ezîz di rûdaneke trafîkê de canê xwe ji dest da

Helkewt Ezîz
Helkewt Ezîz

Navenda Nûçeyan (K24) - Rojnamevan û Rêveberê Nivîsingeha Tora Medyayî ya Rûdawê li Bexdayê Helkewt Ezîz îro di rûdaneka trafîkê de li ser rêya Besrayê bi giranî birîndar bû, û piştî ku ew bo nexweşxaneyê hat şandin, canê xwe ji dest da.

Rojnamevan û Rêveberê Nivîsingeha Tora Medyayî ya Rûdawê li Bexdayê Helkewt Ezîz piştî nîvroya îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) di dema çûna xwe ya ber bi parêzgeha Besrayê de rastî rûdaneka trafîkê hat û ji ber hindê canê xwe ji dest da.

Li gorî zanyaran, ew rûdan di demekê de çê bûye ku barhilgirek li ser rêya di navbera Bexda û Besrayê de zivirye û li timbêla Helkewt Ezîz daye; di encamê de jî navborî bi giranî birîndar bûye.

Piştî wê rûdanê, Helkewt Ezîz bi merama wergirtina çareseriya bi lez bo Nexweşxaneya Dîwaniyeyê hat veguhastin, lê ji ber bandor û giraniya birînên xwe, piştî demeka kurt li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Helkewt Ezîz yek ji rojnamevanên diyar û naskirî yên Kurdistanê bû. Navborî ji sala 2017an ve di Tora Medyayî ya Rûdawê de kar dikir û ev çend sal bûn ku wekî Rêveberê Nivîsingeha wî kanalî li Bexdayê çalakiyên xwe yên rojnamevaniyê dikirin.

Navborî derçûyê Pişka Şanoyê bû li Peymangeha Hunerên Xweşik a Kerkûkê, û berî ku ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê kar bike, li kanala Kerkûkê karê rojnamevaniyê kiribû.