Siûdiye gotgotkên êrîşkirina li ser bingeheke xwe ya asmanî red dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî ew nûçe red kirin ên ku behsa armanckirina bingeheke asmanî li nêzîkî Riyadê dikin, herwesa ragihand ku lêdana zenga hişyarkirinê tenê rêkareka xweparastinê bûye.
Berdevkê Fermî yê Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî Lîwa Rukn Turkî Malikî îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) li ser hesabê xwe yê fermî yê li tora civakî ya "X"ê ragihand: “Ew gotgotkên li ser armanckirina bingeha asmanî ya Emîr Siltanê li parêzgeha Xerciyê hatine belavkirin dûrî rastiyê ne.
Li ser sedema lêdana zenga hişyarkirinê, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî ron kir ku berbanga îro li parêzgeha Xerciyê zenga hişyarkirinê hatiye lêdan, lê ew tenê "rêkareka xweparastinê" bûye, piştî ku mûşekeka balîstîk ji nav axa Yemenê hatiye avêtin û li nêzîkî sînoran winda bûye.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Erebistana Siûdî bal kişand ser hindê jî ku lêkolîn ji bo zanîna hûrgiliyên wê mûşeka hatiye avêtin heta niha berdewam in.