Zeydî: Çek dê tenê di destê dewletê de be
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê tekez li ser parastina serweriya nîştimanî û kontrolkirina çekan di destê dewletê de kir, herwesa ragihand ku hikûmeta Iraqê rêyê nade ku ax û asmanên Iraqê ji bo êrîşkirina ser tu welatekî cîran bê bikaranîn, herwesa amadebûna hêzên ewlehiyê ji bo bersivdana her guhertineka herêmî tekez kir.
Li gorî daxuyaniyeka Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, Elî Falih Zeydî îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) serperiştiya civîneka taybet a Encûmena Wezarî ya Ewlehiya Nîştimanî kir. Di wê civînê de bi hûrgilî pêşveçûnên ewlehî û serbazî yên deverê û bandorên wan ên çaverêkirî li ser tenahiya navxwe ya Iraqê hatin nîqaşkirin.
Di wê civînê de, Zeydî tekez kir ku kontrolkirina çekan di bin rikêfa dezgehên dewletê de hêla sor e û biryar hat dan ku bi tundî lêpirsîn ligel her alî û komekê bê kirin, ku bizavê ji bo têkdana ewlehiya welat bike aan çekan li derveyî qanûnê bi kar bîne. Parastina serweriya nîştimanî ya Iraqê wekî serpişka yekê ya vê qonaxê hat destnîşankirin.
Hikûmeta Iraqê bi rêya vê civînê helwesta xwe ya fermî ragihand û tekez kir: "Bi tu awayekî em rêyê nadin ax û asmanên Iraqê bibin bingehek an rêyek ji bo êrîşkirina li ser welatên cîran." Zeydî bal kişand ser hindê jî ku ewlehî û tenahiya deverê peywendiyeka rasterast bi ewlehiya Iraqê re heye, ji ber hindê parastina vê hevsengiyê berpirsiyariyeka mezin e.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ferman da ku hejmareke rêkarên xweparastinê û bersivdana bilez bê bicihanîn. Ev biryar bi merama rûbirûbûna her guhertineka ji nişkê ve di hevkêşeyên siyasî û serbazî yên deverê de hatine derxistin, da ku Iraq ji her îhtîmaleka wêranker bê parastin.