Serok Barzanî sersaxî ji Serokê Sûriyeyê re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî ji ber bûyereke dilhejîn a trafîkê, ku bû sedema mirin û birîndarbûna bi dehan kesan, peyameke sersaxiyê arasteyî Serokê Sûriyê Ehmed Şera kir.
Baregayê Barzanî belav kir ku Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 26ê Tîrmeha 2026ê) sersaxî ji Serokê Sûriyê Ehmed Şera re xwest û hevxemiya xwe ji wî re diyar kir, ji ber wê bûyera dilhejîn a trafîkê ya duhî li wî welatî, ku tê de hejmareke zêde ya welatiyan mirin û gelek jî birîndar bûn.
Bûyereke dijwar a duhî (Şemî, 25ê Tîrmeha 2026ê) li ser rêya serekî ya di navbera Dêrezor û Şamê de ji ber lihevketina du basan rû da. Yek ji wan basan hêzên Ewlehiya Navxwe ya Sûriyê vediguhastin û ya din jî welatiyên sivîl tê de bûn.
Li gorî amaran, di wê bûyerê de 35 kes mirine û 30 kesên din jî birîndar bûne.
Piştî wê bûyerê jî, Serokê Sûriyê Ehmed Şera peyameke belav kir û ferman da ku hemî şiyan ji bo dihanaçûna qurbaniyan û veguhastina birîndaran bo nexweşxaneyan bên terxankirin.
Tîmên hawarçûnê û çend helîkopterên leşkerî yekser ji bo cihê wê bûyerê şandin, daku qurbaniyan rizgar bikin û wan veguhêzin Nexweşxaneya Leşkerî ya Himsê.
Li gorî zanyaran, sedema wê bûyerê ji bo arêşeyeka teknîkî di stêrnê yek ji wan basan de vedigere, bi awayekî ku şofêr kontrol winda kiriye û ev bûyera karesatbar jê çê bûye.