Qaanî: Kembera nû ya ewlehiyê ji Tengava Hurmizê heta Babûlmendebê dirêj dibe

Îsmaîl Qaanî
Îsmaîl Qaanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Feyleqa Quds ya Artêşa Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qaanî ragihand ku kembera nû ya ewlehiyê ya berevaniyê ji Tengava Hurmizê heta Babûlmendebê û ji Kendavê heta Deryaya Sor dirêj dibe.

Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Artêşa Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qaanî îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de, ku medyayên Îranî veguhastiye, ragihand: "Livîna bihêz a Yemena qehreman nîşana zîrekiya eniya Miqawemeyê ye û eger pêdivî bike aliyên din jî dê bên qadê." Navborî bal kişand ser hindê jî ku xirabkariyên Îsraîl û Amerîkayê li vê deverê dê bibin sedema yekgirtina eniya Miqawemeyê.

Fermandarê Feyleqa Qudsê hişyariyeka tund da neyarên xwe û got: "Çekdarên bê sînor çavdêriya rêyên hatin û çûnê dikin, eger Amerîka û Îsraîl li ser destdirêjiyên xwe berdewam bin, em dê gerdena wan bigirin."

Ji aliyekî din jî ve, Berdevkê Hûsiyên Yemenê Yehya Serî‘ destpêkirina qedexeya temam a geştên deryayî yên Îsraîlê li Deryaya Sor ragihand, herwesa bal kişand ser hindê jî ku hemî livînên dijminên wan ji dema derketina beyannameya wan ve ji bo hêzên wan bûne armancên serbazî.

Berdevkê Hûsiyan tekez jî kir ku ew rûbirûyî her pêşveçûnekê dibin û operasyonên wan dê ligel eniya Cîhadê û Miqawemeyê li Felestîn, Xeze, Îran, Libnan û Iraqê hevaheng bin. Herwesa ragihand ku hêzên wan bi komeka mûşekan çend armancên hestiyar ên Îsraîlê li devera "Yafa"yê ya dagirkirî kirine armanc û bi hûrgilî li wan xistiye.

Ev pêngava Hûsiyan wekî redkirina projeya "Îsraîla Mezin" û "Rojhilata Navîn a Nû" hat binavkirin, herwesa wekî bizavekê ji bo şikandina wê dorpêçê ya ku Amerîka û Îsraîlê xistiye ser gelên deverê.