Centcom: Her du pîlotên helîkoptera ketiye xwarê hatin rizgarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (Centcom) ragihand, helîkoptereke wan a cureya Apache li peravên Omanê ketiye û her du pîlotên wê di operasyoneke serkeftî de hatine rizgarkirin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (Centcom) îro 9ê Hezîranê bi daxuyaniyekê aşkere kir, helîkoptereke wan a cureya AH-64 Apache, êvara roja duh li peravên Omanê kete xwarê.
Li gorî daxuyaniya Centcomê, ev helîkopter di dema erkê dewrîyeyê de li peravên herêmê rastî rûdanekê hatiye. Centcomê diyar kir ku tîmên wan ên taybet di nava kêmtirî du saetan de, karîn xwe bigihînin her du pîlotan û wan rizgar bikin.
Hat ragihandin ku her du leşker niha di bin çavdêriya bijîşkî de ne û rewşa tenduristiya wan cîgir e.
Centcomê destnîşan kir ku ji bo zelalkirina sedema ketina helîkopterê, lêkolîneke hûr û fermî hatiye destpêkirin.