Rûsya û NATO li Deryaya Baltîkê ketin hevrikiya manorên serbazî

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên deryayî û esmanî yên Rûsyayê li herêma Kalîningradê dest bi manoreke serbazî kir, ku ev pêngav ligel mezintirîn rahênana serbazî ya salane ya Hevpeymaniya NATOyê (BALTOPS) di eynî deryayê de hevdem e.

Ajansa nûçeyan a "Interfax"ê ya Rûsyayî îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) belav kir ku Hêza Deryayî ya Rûsyayê li Deryaya Baltîkê manoreke serbazî ya berfireh kir. Di vê manorê de, hêzên Rûsyayî platformên avêtina mûşekan û keştiyên şer ceribandine.

Interfaxê eşkere jî kir ku di vê operasyonê de, ku li herêma Kalîningradê dest pê kiriye û du rojan berdewam bûye, 10 firokeyên şer û du keştiyên serbazî yên Rûsyayê pişkdarî tê de kiriye.

Ev pêngava Moskoyê di demekê de ye ku manora serbazî ya mezin a Hevpeymaniya NATOyê ya bi navê "BALTOPS"ê bi pişkdariya 15 welatan, 6000 serbazan û 20 keştiyên şer di eynî deryayê de li bakûrê Ewropayê berdewam e.

Ev manora NATOyê, ku ji 4ê vê mehê ve dest pê kiriye û dê heta 20ê mehê berdewam be, wekî mezintirîn rahênana serbazî ya îsal li Deryaya Baltîkê tê hesibandin (ev rahênan ji sala 1971ê ve salane tên kriin).

Kalîningrad; Xala serekî ya aloziyê:

Herêma Kalîningradê herêmeke stratejîk a Rûsyayê ye, ku dikeve navbera her du welatên Lîtvanya û Polonyayê li ser kenarên Deryaya Baltîkê. Ev herêm, ku nêzîkî yek milyon mirovan tê de dijîn, bingeha serekî ya Keştiyên Deryaya Baltîkê ya girêdayî artêşa Rûsyayê ye.

Pêştir Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hişyarî dabû û diyar kiribû ku hemî amûrên pêdivî di destê Moskoyê de ne, ji bo jinavbirina her hêzekê ku bixwaze êrîşî ser Kalîningradê bike. Ev daxuyaniya Putin wekî bersivekê bû li beramberî gotinên Wezîrê Derve yê Lîtvanyayê ku ragihandibû: "Divê NATO nîşanî Moskoyê bide ku hêzên wan dikarin biçin nav wê herêmê."

Ji ber şerê Ukraynayê û aloziyên navbera Rûsya û Amerîkayê, niha Deryaya Baltîkê veguheriye xaleke germ a hevrikiyên serbazî û nîşandana hêzê li beramberî yekdu.