Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mîrê Êzidiyan kir

Mesrûr Barzanî û Mîr Hazim Mîr Tehsin Beg
Mesrûr Barzanî û Mîr Hazim Mîr Tehsin Beg

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Mîr Tehsin Beg kir. Di wê hevdîtinê de, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û rewşa Êzidiyan bi hûrgulî hatin nirxandin û Serokwezîr tekez kir ku hikûmet bi her awayî piştgiriya mafên wan dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) pêşwaziya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg kir. Di wê hevdîtinê de, behsa rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û deverê hat kirin, herwesa rewşa Êzidiyan bi hûrgulî hat nîqaşkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa ragihand ku hikûmet bi hemî awayan piştgiriya daxwaz û mafên rewa yên Êzidiyan dike û tekezî li ser parastina pêgeha wan kir.

Mîr Hazim jî ji aliyê xwe ve gelek spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ji bo wê piştgiriya berdewam a ku herdem bo Êzidiyan nîşan daye û rola hikûmetê di xizmetkirina deverên wan de bilind nirxand.