Beqayî: Em di bin zextê de lihevkirinê nakin

Îsmaîl Beqayî
Îsmaîl Beqayî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku guhertina berdewam a helwestên Amerîkayê astengiya serekî ye li pêşiya lihevkirina dawiyê; herwesa tekez jî kir ku ji ber pêngavên neqanûnî yên Waşintonê, Tengava Hurmizê dê daxistî bimîne. Ev di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump behsa nêzîkbûna lihevkirinê dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî li ser piroseya danûstandinan a ligel Amerîkayê ragihand ku pareke zêde ya deqê lihevkirinê bi dawî bûye, lê guhertina berdewam a helwestên Waşintonê rê li gihîştina bi encama dawiyê girtiye.

Beqayî diyar jî kir ku aliyê Amerîkayî di van rojên dawiyê de bizav kiriye ku "daxwazên neasayî" bisepîne û weha nîşan bide ku Komara Îslamî ya Îranê di bin zextê de bi lihevkirinê razî bûye. Wî tekez jî kir: "Îran bi tu awayekî ji xetên xwe yên sor û helwestên xwe yên bingehîn paşve nakişe. Eger biryar ba ku Îran di bin zext û gefan de paşve bikşe, dê berî salekê ev kar kiriba."

Di derheqa rewşa Tengava Hurmizê de jî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê hişyariyeke tund da û ragihand: "Tengava Hurmizê ji ber pêngavên neqanûnî yên Amerîkayê dê daxistî bimîne." Wî herwesa got ku pêdivî ye keştî hişyarî hatin û çûnên xwe bin, ji ber ku di vê navberê de derfeta hatin û çûneke aram û bêmetirsî li wê deverê nîne.

Îsmaîl Beqayî di dawiya daxuyaniyên xwe de jî eşkere jî kir ku Tehran tenê wê demê lihevkirinê radigihîne, gava piştrast bibe ku deqê têgihîştinê bi temamî berjewendiyên gelê Îranê dabîn dike.

Ji aliyekê din ve jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Pêncşem, 11ê Hezîrana 2026ê) ragihand: "Di çend rojên bê de em dê ligel Îranê li hev bikin û JD Vance (Cîgirê Serok) dê lihevkirinê îmza bike."

Trump diyar jî kir ku ew li ser vê lihevkirinê ligel gelek serokên welatan axaftiye û her demê ku lihevkirin hat îmzakirin, Tengava Hurmizê dê bê vekirin. Wî herwesa got: "Hemî serkirdeyên Îranê bi vê lihevkirinê dilxweş in û ez weha difikirim ku Rêberê Bilind ê wî welatî jî dê lihevkirinê bipejirîne."