Bo kêmkirina rûdanan; li Ehmedavayê berbest û kamerayên çavdêriyê tên danîn`

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser fermana Parêzgara Helebçeyê Nuxşe Nasih, tîmên wê parêzgehê dest bi danîna berbest û kamerayên çavdêriyê li seyrangeha Ehmedavayê kirin, daku pêşî li rûdanên nexwestî bê girtin.

Ragihandina Parêzgeha Helebçeyê Îro (În, 12ê Hezîrana 2026ê) belav kir ku li ser fermana Parêzgara Helebçeyê Nuxşe Nasih, tîmên dîwana parêzgehê li çend cihên rûbarê Zelmê li seyrangeha Ehmedavayê dest bi çêkirina berbestan kiriye û li çend cihên pêdivî jî kamerayên çavdêriyê hatine danîn.

Li gorî wê daxuyaniyê, armanc ji vê pêngavê parastina canê geştiyaran ji her rûdaneke nexwestî ye. Herwesa ev berbest dê wekî hêsankariyeke giring ji bo tîmên hawarçûnê di dema lêgerîn û peydakirina her kesekî de bibin alîkar.

Parêzgara Helebçeyê daxwaza silametiyê ji bo hemiyan xwest û tekez kir ku ev rêkar ji bo rêgirtina li dubarebûna her bûyereke dilhejîn li deverên geştyarî ye.”

Ev rêkarên Parêzgeha Helebçeyê piştî wê yekê tên ku, li roja Sêşema borî, malbateke Ereb bi merema geştê serdana havîngeha Ehmedavayê li sînorê Hewramanê kiribû û keça wan a 11 salî ji nişkê ve winda bû, ku guman tê kirin ketibe nav rûbarê Zelmê.

Hawîngeha Ehmedavayê û çemê Zelmê li parêzgeha Helebçeyê, bi sedema asêbûn û xurtbûna herikîna avê, salane di werzê geştyariyê de dibin şahidên gelek rûdanên xeniqînê, ku piraniya wan jî geştiyarên biyanî û yên jêriya Îraqê ne ji ber ku şarezayî taybetmendiyên geografî yên deverê nînin.

Avakirina berbestên ewlehiyê û binecihkirina kamerayan û sîstema çavdêriyê bizaveke giring e, ji bo kêmkirina van rûdanên dilhejîn berî ku bandoreke nerênî li ser tevgera geştûyariyê ya deverê bike.