NYT: Muctaba Xameneyî bi rêkeftina Amerîka û Îranê razî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya New York Times (NYT) aşkere kir, Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî bi wê rêkeftina destpêkê ya ku li gel Amerîkayê hatiye amadekirin razî bûye. Lê belê hat diyarkirin ku Supaya Pasdaran hîn asteng e.
Rojnameya "New York Times" ji zarê berpirsekî Amerîkî veguhest ku navbeynkarên serbazî û medenî yên Îranê, Washington agahdar kirine ku Mucteba Xamineyî bi reşnivîsa rêkeftina dawî razî bûye. Her çend Xamineyî heta niha piştgiriya xwe ya fermî û eşkere ranegihandibe jî, ev helwesta wî di nava dîplomatan de wekî "pêngaveke erênî" tê nirxandin.
Heman berpirsê Amerîkî tekez kir, tenê bi îmzekirina "Yadaşta hevtêgehiştinê", ti sûdeke aborî ya bilez nagihîje Tehranê. Hat diyarkirin ku rakirina dorpêçan û piştevaniya darayî tenê bi cîbicîkirina mercan ve girêdayî ye. Mercên sereke ev in:
- Radestkirina uraniyuma dewlemendkirî.
- Hilweşandina beşek ji saziyên atomî.
"Supaya Pasdaran hîn ne razî ye"
Li aliyê din, rojnameya "Wall Street Journal" (WSJ) bal kişand ser nakokiyên navxweyî yên Îranê. Li gorî raporê, navendên ewlehî û serbazî yên ser bi Supaya Pasdaran hîn razîbûna xwe li ser vê rêkeftinê nîşan nedane. Ev helwesta Supayê wekî astengiya herî mezin a li pêşiya temamkirina pêvajoya aştiyê tê dîtin.
Araqçî: Rêkeftin di du qonaxan de ye
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî derbarê qonaxên lihevkirinê de diyar kir ku pêvajo ji du beşan pêk tê:
- Îmzekirina yaddaşta lêktêgehiştinê di navbera Tehran û Washingtonê de.
- Gihîştina rêkeftineke aştiyê ya mayînde û çareserkirina hemû dozên girtî.
Araqçî her wiha got: "Îran ji pêgeheke bihêz ve hatiye ser maseya gotûbêjan û hîn jî dibe ku hinek guhertin di nivîsa yaddaştê de werin kirin."