Karvedana welatan li beramberî lihevkirina Amerîka û Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka û Îran ji bo bidawîkirina şer û aloziyên li navçeyê, gihîştin lihevkirineke giştgir û dîrokî. Di çarçoveya vê lihevkirinê de agirbest li Libnanê tê ragihandin û Tengava stratejîk a Hurmizê bi rûyê bazirganiya cîhanê de vedibe.

Biryar e roja Înê, 19ê Hezîrana 2026an, ev lihevkirin li Swîsreyê bi fermî were îmzekirin. Bi vî rengî, dawî li qeyraneke mezin tê ku bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan û bazara enerjiyê ya cîhanê serûbin kiribû.

Hûrgiliyên lihevkirinê: 24 mîlyar dolar û dosyeya atomî

Li gorî medyaya Îranê, yadaştnameya hevtêgihiştinê ji 14 xalan pêk tê. Di qonaxa 60 rojî ya danûstandinan de, 24 mîlyar dolar ji pereyên asêkirî yên Îranê dê werin azadkirin. Hat ragihandin ku nîvê vê birê, dê beriya destpêkirina fermî ya danûstandinan were radestkirin. Li beramberî vê, Amerîka daxwaz dike ku Îran ji bo 15 heta 20 salan dewlemendkirina uranyumê bide rawestandin.

Piştî ragihandina vê nûçeyê, serkirde û saziyên navneteweyî bi daxuyaniyên cuda piştgiriya xwe nîşan dan:

Neteweyên Yekgirtî

Sekreterê Giştî Antonio Guterres ev lihevkirin wekî "gaveke pir giring" bo aştiya herêmî nirxand û spasiya navbeynkaran kir.

Yekitiya Ewropayê 

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen destnîşan kir, divê Tengava Hurmizê demildest û bêyî ti bacan were vekirin. YE amadehiya xwe nîşan da ku beşdarî qonaxên bê yên danûstandinan bibe.

Tirkiye

Serokkomar Recep Tayyip Erdogan hişyarî da hemû aliyan ku xwe ji daxuyaniyên ku lihevkirinê têk dibin dûr bixin û bal kişand ser "hewldanên veşartî" yên ji bo xerabkirina aştiyê.

Fransa û Brîtanya

Her du welatan tekez kirin ku divê serweriya Libnanê were parastin û Brîtanyayê amadehiya xwe nîşan da ku di paqijkirina mînên deryayî yên li Hurmizê de alîkariyê bike.

Almanya û Îtalya

Her du welaran ragihandin ku eger Îran gavên kirdarî bavêje, ew amade ne cezayên li ser Tehranê rakin.

Welatên Kendavê

Qeter û Îmaratê bi dilxweşî pêşwaziya lihevkirinê kirin û hêvî xwestin ku "rûpela şer her û her were girtin."

Japon, Awistralya û New Zelanda

Van welatan bal kişand ser ewlehiya deryayî û geşepêdana aboriya cîhanê ku bi vekirina rêyên enerjiyê ve girêdayî ye.

Ev lihevkirina ku tê payîn roja Înê li Swîsreyê bi fermî were îmzekirin, wekî kilîta aramiyeke nû li Rojhilata Navîn û cîhanê tê dîtin.