Berzincî: Rojane nêzîkî 780 botlên xwînê bê beranber bo nexweşan tên dabînkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku rojane nêzîkî 780 botlên xwînê bê beranber ji bo nexweşan tên dabînkirin û heta niha tu rûdanên veguhastina vîrûsan bi rêya xwînê nehatine tomarkirin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) di kongreyeke rojnamevaniyê de diyar kir ku xwînê tu cîgir nînin û mirov tenê çavkaniya wê ye, lewma dana xwînê ji bo rizgarkirina jiyana nexweşan erkekê mirovî, neteweyî û şer'î ye.
Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir ku salane zêdetir ji 280.000 yekîneyên xwînê li ser nexweşan tên belavkirin, ku dibe rojane nêzî 780 botlên xwînê. Ron jî kir ku 66% ji wê xwînê di kertê giştî û 34% di kertê taybet de tê bikaranîn, banka xwînê jî bi şev û roj û di rojên bêhnvedan de jî li ser dabînkirina xwînê ji bo nexweşan berdewam e.
Saman Berzincî tekez jî kir ku xerciya her botleke xwînê zêdetir ji 100 dolaran e, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî xercî kirine xema xwe û xwînê belaş dide nexweşxaneyan. Herwesa got: "Heta niha tu rûdanên veguhastina nexweşî an vîrûsan bi rêya veguhestina xwînê nehatine tomarkirin.”
Navborî herwesa da zanîn ku tenê navendên Banka Xwînê, ku dezgehên hikûmetê ne, mafê wergirtin û dana xwînê heye. Tekez jî kir ku bi şanazî ve her sal wekî xwînbexş pişkdar dibin, daku peyama "dana xwînê dana jiyanê ye" bigihînin civakê.
Ev daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê di Roja Cîhanî ya Xwîndanê de tê, û dabînkirina belaş a xwînê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve barê giran ê darayî ji ser milê nexweşan bi rengekê giştî û nexweşên talamîsyayê bi taybetî radike, ku pêdiviya wan a berdewam bi xwînê heye.