Tenduristiya Dihokê: %70 ji xelkê Dihokê berê xwe didin nexweşxaneyên dewletê

Efrasiyab Mûsa
Efrasiyab Mûsa

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Dihokê ragihand ku bi piştgiriya Hikumeta Herêma Kurdistanê, Nexweşxaneya Sêmêlê dibe nexweşxaneyeke giştî ya fêrkirinê ku xwediya 300 textan e. Tekez jî kir ku zêdetirî %70 ji şêniyên Dihokê xizmetên tenduristiyê ji kerta giştî werdigirin.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Dihokê Dr. Efrasiyab Mûsa ji Kurdistan24ê re ragihand ku wan ji bo berfirehkirina Nexweşxaneya Sêmêlê ligel kompaniyeka cîhanî peymanek îmza kiriye, ku ji nexweşxaneyeke hawarçûnê bi dîzayneke nûjen dibe nexweşxaneyeke giştî ya fêrkirinê ya 300 textî.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Dihokê diyar jî kir ku temamiya xerciya wê projeyê li ser budceya Hikumeta Herêma Kurdistanê ye û dê bi dehan hezar welatî û bi sedan xwendekarên bijîşkî û perestariyê feydeyî jê werbigirin.

Li ser pêşxistina kerta tenduristiyê li parêzgeha navborî, Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Dihokê da zanîn ku ji sala 2020ê ve heta niha nêzîkî 550 textên nû ji bo nexweşxaneyên Dihokê hatine zêdekirin. Navborî tekez jî kir ku Hikumeta Herêma Kurdistanê her sal zêdetirî 305 milyar dînaran tenê ji bo dabînkirina derman û pêdiviyên Nexweşxaneya Omêdê ya Penceşêrê li Dihokê terxan dike.

Dr. Efrasiyab Mûsa li ser sedemên zêdebûna krîza dil di nav ciwanan de zelal kir ku nenivisitina bi şevê, nebûna xeweke birêkûpêk, guherîna awayê jiyanê û zêdebûna diyardeya kişandina cigare û nêrgîleyan sedemên sereke ne. Bal kişand ser wê yekê jî ku li gorî amaran, %46.6 ya civaka Iraq û Herêma Kurdistanê di bin jiyê 18 saliyê de ne, ev yek jî dike ku rêjeya tûşbûnê di nav ciwanan de diyartir bibe.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Dihokê behsa wê yekê jî kir ku zêdetirî %70 ji xelkê Dihokê berê xwe didin kerta giştî ya tenduristiyê. Her wiha daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistanê jî kir ku di nêzîktirîn dem de projeya Nexweşxaneya Berdereşê dest pê bike ve, ku ji ber cihê erdnîgarî yê rêya Berdereşê û pêdivîtiya bajarê Akrê û derdora wê, pêdiviyeke lezgîn e ji bo deverê.