Îranê Tengava Hurmizê bi temamî girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Îranê ragihand, Tengava Hurmizê heta demeke nediyar girtî dimîne û ji ber sedemên ewlehiyê rê nayê dayîn ku tu keştiyên biyanî di geryavê re derbas bibin.

Saziya Birêvebirina Rêya Avê ya "Kendava Farsê" îro 14ê Hezîrana 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, wan biryar daye girtina Tengava Hurmizê berdewam bike. Destnîşan kir jî, heta biryareke nû neyê dayîn, ti keştiyên biyanî nikarin bikevin nav avên kendavê û ne jî jê derkevin.

Saziyê her wiha hişyarî da hemû keştiyan ku pabendî rênimayiyan bin, da ku rûbirûyê ti metirsiyan nebin.

Ji aliyê din ve, Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Rezayî li ser hesabê xwe yê tora civakî X daxuyaniyek belav kir û diyar kir, ji bo gihîştina her cure lihevkirinekê, şertê sereke "tembîkirin û kontrolkirina rejîma siyonîst" e.

Rezayî destnîşan kir ku heger alî li pey rêkeftin an têgihiştinekê bin jî, rêya vê yekê tenê di cezakirina Îsraîlê re derbas dibe.

Ev biryara Îranê di demekê de tê, îro piştî nîvro, firokeyên şer ên Îsraîlê êrîşî herêma Dahiyeya li başûrê Beyrûta paytexta LIbnanê kirin. Di êrîşê de çendîn xalên serbazî yên Hizbullahê bûn armanc. Piştî êrîşê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Berevaniyê Yisrael Katz bi daxuyaniyeke hevbeş berpirsyariya êrîşê girtin ser xwe.

Îranê beriya niha hişyarî dabû Îsraîlê û ragihandibû ku heger herêma Dahiyeyê ya Beyrûtê were bombebarankirin, ew ê careke din bi mûşekan êrîşî axa Îsraîlê bikin.