Ahmet Turk: Em nabin sedema têkdana pêvajoya aştiyê û li benda gavan in

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê navdar ê Kurd Ahmet Turk destnîşan kir, bingeha kêşeya Kurd nepejirandina nasname û ziman e. Turk diyar kir, ew wek aliyê Kurd nabin sedema têkçûna ti pêvajoyên aştiyê û bi sebir li benda gavan in.

Siyasetmedar Ahmet Turk îro 14ê Hezîrana 2026an, li Stenbolê beşdarî konferansa bi navê "Di Sedsala Duyem de Veguherîna Demokratîk a Komarê" bû. Turk di axaftina xwe de bal kişand ser hûrgiliyên kêşeya Kurd û mînaka jiyana xwe wekî mînak nîşan da.

Turk di derbarê pirsên "Kurd çi dixwazin?" de wiha axivî: "Ez bi xwe mînakê didim; ez zarokê malbateke wiha me ku li Kurdistanê xwedî erd û milkên pir fireh e. Lê belê nasnameya min tune ye, zimanê min tune ye û bi gelê min re wiha tê lîstîn ku qey tune ye. Kêşeya Kurd bi rastî ev e; kêşeya Kurd ez im û kêşe li vir e."

Derbarê nîqaşên li ser destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê li Tirkiyeyê, Ahmet Turk peyameke zelal da aliyan û got: "Ji bo ku ev pêvajo bibe aştiyeke mayînde, em wek Kurd û wek siyaseta Kurd bi sebir li bendê ne. Kurd nabe ew aliyê ku vê pêvajoyê têk bibe."

Di dawiya axaftina xwe de, Turk bal kişand ser atmosfera civakî û diyar kir ku di nav kolan û civakê de bêbaweriyek çêbûye. Turk got: "Em dibînin ku di nav civakê de cureyeke bêbaweriyê  çê bûye. Ez hêvî dikim ku ev pêvajo bigihîje serkeftinê û hemû ew astengiyên li pêşiya aştiya civakî werin rakirin."