Amadekariyên vekirina deriyê sînorî yê Nisêbîn û Qamişloyê ber bi dawiyê ve diçin
Qamişlo (K24) – Piştî girtineke dirêj, amadekariyên ji bo vekirina deriyê sînorî yê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de gihîştine qonaxa dawiyê. Tê payîn ku hefteya bê hemû xebatên teknîkî û îdarî bidawî bibin û derî bi rûyê welatiyan û bazirganan de were vekirin.
Mijara vekirina deriyê sînorî yê Nisêbînê ku dikeve di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, ev demeke dirêj e di rojevê de ye. Li gorî zanyariyên Kurdistan 24ê li Qamişloyê, amadekariyên li ser sînor bi lez berdewam dikin û heta hefteya bê dê derî ji bo çûnûhatinê amade be.
Bazirganên herêmê bi hêviyeke mezin li benda vekirina vî derî ne. Bazirgan Cemal Silêman derbarê mijarê de diyar kir, vekirina derî dê di her warî de bandoreke erênî li ser aboriyê bike. Silêman got: "Vekirina vî derî gaveke gelekî girîng e. Dê bazara xanî û milk, bazirganî û kar û barên rojane geş bike. Ev yek dê bibe sedema kêfxweşiya her du aliyên sînor û her kes dê jê sûdê werbigire."
Pisporên aboriyê jî balê dikşînin ser girîngiya stratejîk a vî derî. Pisporê aboriyê Azad Hiso da zanîn ku ev derî ne tenê ji bo bazirganiya navxweyî, lê ji bo têkiliyên dîplomatîk û siyasî yên di navbera herêmê û Tirkiyeyê de jî girîng e.
Hiso destnîşan kir, ev derî dikare bibe fersendek ku Rojavayê Kurdistanê bi deryaya spî ve were girêdan û wiha got: "Vekirina vî derî dê di warê pîşesazî û bazirganiyê de guhertinên mezin bîne. Her wiha dê çûnûhatina welatiyan a ji bo serdanên malbatî û karên taybet hêsantir bike."
Deriyê sînorî yê Nisêbîn û Qamişloyê berê wekî yek ji navendên herî sereke yên aborî yên herêmê dihat naskirin. Lê belê bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û têkçûna peywendiyên di navbera Enqere û Şamê de, ev derî hatibû girtin. Niha bi guhertinên nû û hewldanên îdarî, vekirina vî derî wekî destpêka qonaxeke nû ya aborî û civakî tê dîtin.