CENTCOMê 14 deryavanên Hindî li Deryaya Erebî rizgar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan 14 deryavanên Hindî yên ku li Deryaya Erebî di rewşeke xirab de mabûn, rizgar kirine.

CENTCOMê îro 14ê Hezîranê bi daxuyaniyekê aşkera kir, hêzên wan operasyoneke rizgarkirinê li Deryaya Erebî pêk aniye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 14 deryavanên Hindî di deryayê de asê mabûn û rewşa wan a tenduristiyê nebaş bû, lê hêzên Amerîkî karîn wan bi silametî rizgar bikin.

Ev operasyona rizgarkirinê di demekê de pêk tê ku navçe ji ber şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, di nava krîzeke kûr a deryayî de ye. Ji ber şerê ku di 28ê Sibata borî de dest pê kiribû, Tengava Hurmizê bi rûyê keştiyên bazirganî de girtî ye.

CENTCOM rojane rêyên bi dehan keştiyên bazirganî diguherîne, da ku nekevin ber karesat û êrîşan. Ev yek di çarçoveya ambargoya deryayî ya Amerîkayê de tê kirin ku li ser benderên Îranê hatibû danîn.

Ji ber girtina Tengava Hurmizê û dorpêça deryayî, deryavanên li navçeyê bi metirsiyên mezin re rûbirû ne. Rojane keştiyên bazirganî bi hinceta "binpêkirina ambargoya Amerîkayê" an jî "guhnedana bi rênimayên Îranê", rastî êrîşên dronî û mûşekî tên. Di van êrîşan de gelek caran ziyanên canî digihîjin tîmên deryavan û keştî di deryayê de asê dimînin.