Beqayî hûrgiliyên yadaşta hevfêmkirinê ya ligel Amerîkayê eşkere dike

Îsmaîl Beqayî
Îsmaîl Beqayî

Navenda Nûçeyan (K24) - Eşkerebûna hûrgiliyên lihevkirina dîrokî ya di navbera Amerîka û Îranê de berdewam e, Berpirsê Ragihandinê û Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê naveroka yadaşta jihevtêgihiştinê ya di navbera Tehran û Waşintonê de eşkere kir û ragihand ku; welatê wî tu baweriyek bi Amerîka û Îsraîlê nîne û tenê dê çavdêriya kiryarên wan bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026ê) diyar kir ku li gorî vê yadaşta jihevtêgihiştinê, aliyê Amerîkayî hatiye pabendkirin ku hemî rengên cezayan rake, di nav de cezayên destpêkî û lawekî, biryarnameyên Encûmena Ewlehiyê û Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî. Herwesa got: "Di dema 60 rojan de piştî îmzakirina wê yadaştê, nîqaşên hûr li ser pirsa atomî û rakirina cezayan tên kirin ku ev bingeha mijarên aborî ye."

Beqayî amaje bi wê yekê jî kir ku piştî îmzakirina lihevkirinê di roja Înê de, divê Îran bikare bêyî tu astengiyekê petrol û berhemên xwe yên petrokîmyayî bifroşe. Li ser Tengava Hurmizê jî eşkere kir: "Em ne li pey wergirtina bacê ne, belkî em xerciyên wan xizmetkariyan werdigirin ên ku em pêşkêş dikin, mîna rêberiya keştîvaniyê û parastina jîngehê."

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê tekez jî kir ku bidawîanîna şerê Libnanê pareka veneqetandî ya vê lihevkirinê ye, lê got: "Tu baweriya me bi Amerîka û Îsraîlê nîne, ji ber ku di dema borî de rastgoyiya xwe nîşan nedaye. Divê Amerîka nîgeranî sîstema biryardana xwe be, ku ketiye bin bandora lobiyên tundrê û şerxwaz."

Di bersiva pirsyarekê de li ser silametiya Tîma Neteweyî ya Futbolê ya Îranê, Beqayî da zanîn: "Em dilxweş in ku kampa tîma Îranê ne li Amerîkayê ye, belkî li Meksîkê ye û em spasiya mêvandarî û rênimayên ewlehiyê yên berpirsên Meksîkê dikirin."

Li dawiyê jî, Beqayî tekez jî kir ku civaka Îranê civakeke zîndî û hişyar e û hemî bi hûrî çavdêriya karên berpirsan û bicihanîna peymanên aliyên beranber dikin, Tehran ji bo hemî îhtîmalan amade ye, ji bo parastina berjewendiyên neteweyî.