Nûrî Malikî: Êsrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî nayê qebûlkirin

Nûrî Malikî
Nûrî Malikî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê êrîşa duhî ya li ser nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar bi tundî kir, herwesa ragihand ku her destdirêjiyeke zirarê bide ewlehiya Herêma Kurdistanê û aramiya Iraqê bi temamî redkirî ye û nayê qebûlkirin.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026ê, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê helwesta xwe li ser êrîşa duhî ya li ser nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand û ew kar bi tundî şermezar kir.

Malikî diyar jî kir: "Ew êrîş û destdirêjiya duhî ku li ser nivîsîngeha rêzdar Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat kirin karekê bi temamî redkirî ye." Zelal jî kir ku her êrîşeka zirarê bide ewlehiya Herêma Kurdistanê, saziyên fermî û aramiya Iraqê bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê teqez jî kir ku kar û kiryarên têkderane yên bi vî rengî, ji aliyê her alî yan komekê ve hatibin kirin, redkirî ne. Daxwaz jî kir ku bi rêya lêkolîneke fermî û bêalî di zûtirîn dem de rastî û sedemên bûyerê ji bo raya giştî bihên eşkerekirin.

Malikî di dawiya peyama xwe de jî daxwaz kir ku bikerên wê êrîşê li gorî qanûnên berkar bihên cezakirin, bi awayekî ku bibe sedema parastina ewlehî, serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê.