Bahreyn êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Behreynê êrîşa bi dronan a Iranê li ser Nivîsîngeha Mesrûr Barzanî wekî binpêkirineke eşkere ya qanûnên navdewletî û prensîbên guhdana cîrantiya baş bi nav kir, herwesa piştevaniya xwe ya temam ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pêxemetî parastina serweriya axa wan tekez kir.
Wezareta Derve ya Behreynê îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de êrîşa bi dronan a Iranê ya li ser Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi tundî û cihê xwecihbûnê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pîrmamê şermezar kir.
Wezareta Derve ya Behreynê destnîşan jî kir ku ev êrîş pêşveçûnên xeter in, ku gefê li ewlehî û aramiya deverê dikin. Her wiha ev êrîş wekî binpêkirineke eşkere ya qanûnên navdewletî, peymana Neteweyên Yekbûyî û prensîbên cîrantiya baş tên hejmartin.
Wezareta navborî hevxemî û piştgiriya xwe ya tam ji bo Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, û piştgiriya xwe nîşan da ji bo her pêngaveka ku bibe sedema parastina serweriya Iraqê, yekparçeyiya axa wê, û parastina ewlehî û aramiya li Herêma Kurdistanê, bi awayekî ku bibe alîkar bo kêmkirina aloziyan û çespandina aştiyê li deverê.
Ev jî di demekê de ye ku serê sibeha duhî Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, du dronên bombekirî yên Hedîd-110 ji aliyê sînorê welatê Iranê ve ber bi bingeha Nivîsîngeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê man û bêhnvedana Rêveberê Ajansa Parastinê li bajarkê Pîrmamê yê parêzgeha Hewlêrê hatibûn arastekirin.