Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Tawanan a Şamê cezayê darvekirinê ji bo Wesîm Esed, kurê apê serokê berê yê Sûriyeyê hat derxistin û biryar hat dan ku dest bi ser hemî saman û serwetên wî de bê girtin.
Di rûniştina Dadgeha Tawanan a Hejmar Çar de li bajarê Şamê, îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026ê, cezayê sêdaredanê ji bo Wesîm Esed hat birîn. Dadgehê tawanên kuştin, revandin û tawanên dijî mirovahiyê xistin stûyê kurê apê Beşar Esed.
Dadgehê herwesa biryar da ku dest bi ser hemî milkên veguhastî û veneguhastî yên Wesîm Esed de bê girtin û bo xezîneya giştî ya dewletê bên veguhastin.
Di dema birêveçûna proseya darizandinê de, Dadwerê dosyeyê Fexredîn Eryan diyar kir ku lêkolînan îspat kiriye ku Wesîm Esed û koma wî ya çekdar dest di kuştina welatiyên herêma Xûtaytê ya Rojhilat de hebûye.
Ev biryar di demekê de ye ku berî hefteyekê, her wê dadgehê li Şamê cezayê sêdaredanê ji bo Beşar Esed bi xwe û cezakirina 8 berpirsên din ên rejîma berê derxistibû.
Wesîm Esed yek ji kesatiyên naskirî yên malbata Esed e. Ji destpêka krîza Sûriyeyê di sala 2011ê de, wî serperiştiya gelek komên çekdar ên girêdayî rejîmê dikir. Ew hêz bi kirina gelek tawanên mezin li dijî sivîlan, bi taybetî li herêma Xûtayê ya Rojhilat a nêzîkî Şamê, tên tometbarkirin.
Herêma Xûtayê ya Rojhilat bi salan ji aliyê hêzên hikûmetê ve di bin dorpêçê de bû û rastî bombebaranên giran û êrîşên kîmyawî hatibû. Piştî nemana rejîma Beşar Esed, dadgehên Sûriyeyê dest bi lêkolîn û darizandina serên wê rejîmê kiriye, ji ber wan binpêkirinên ku di dema deshilata xwe de kiribûn.