Mesrûr Barzanî: Pêngava yekem a pêkanîna hikûmetê, aktîvkirina parlamentoyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê, divê di gava yekem de Parlamentoya Kurdistanê were aktîvkirin. Herwiha tekez kir ku parlamento milkê gel e û nabe ti kes rê li ber akîtvkirina wê bigire.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Hezîrana 2026an, li Hewlêrê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack kir. Piştî civînê, Serokwezîr Barzanî derbarê naveroka hevdîtinê û mijarên rojevê de agahî dan.

Hevahengiya bi Bexdayê re û veberhênana Amerîkî

Mesrûr Barzanî civîn wekî "pir baş" pênase kir û diyar kir ku wan li ser hemû mijarên giring ên Herêma Kurdistanê û Iraqê guftugo kirine. Herwiha got: "Me behsa awayê hevahengî û karkirina bi hikûmeta birêz Elî Zeydî re kir, bi mebesta baştirkirina rewşa aborî û ewlehiyê ya navçeyê."

Her wiha da zanîn, di civînê de mijara zêdekirina veberhênana kompanyayên Amerîkî li Herêma Kurdistanê hatiye nirxandin, ku ev pêngav dê bibe alîkar ji bo bihêzkirina aboriya Iraqê jî.

Akîtvkirina Parlamentoya Kurdistanê

Li ser pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser giringiya saziya yasadananê û wiha axivî:

"Pêngava yekem a pêkanîna hikûmetê, aktîvkirina parlamentoyê ye. Heya niha parlamento nehatiye aktîvkirin û ev yek ne di cihê xwe de ye. Me ji roja yekem ve gotiye ku parlamento milkê hemû xelkê Herêma Kurdistanê ye û ne milkê ti partiyeke siyasî ye. Ne mafê ti kesî ye ku rê li ber aktîvkirina parlamentoyê bigire."

Mesrûr Barzanî her wiha anî ziman ku parlamento cihê gotûbêjkirina bîr û rayên cuda ye û got: "Heke parlamento were aktîvkirin, wê demê em dikarin li ser pêkanîna hikûmetê jî biaxivin."

Rêkeftina Amerîka û Îranê

Derbarê peymana nû ya di navbera Washington û Tehranê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê helwesta Hewlêrê zelal kir û got: "Em her dem bi aliyê aştiyê re ne. Her rêkeftinek ku navçeyê ber bi aştî û aramiyê ve bibe, em pêşwaziya wê dikin."