Patriyark Nona pesnê proje û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Kenîseya Kildanî li Îraq û Cîhanê pesnê proje û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û ragihand: "Hûn mêrên kiryaran in."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 16ê Hezîrana 2026ê) serdana Katîdrala Mar Yûsif a Kildanî li qezaya Enkaweyê kir û ji aliyê Serokê Kenîseya Kildanî li Îraq û Cîhanê Patriyark Mar Polsê Sêyê Nona û hejmareke rêberên dînî û kesatî û parlamenterên Krîstiyanan ve hat pêşwazîkirin.
Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir ku Mesrûr Barzanî bixêrhatina Patriyark Nona bo Herêma Kurdistanê kir û destpêkirina karî li wî pîroz kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo biserxistina erkê wî diyar kir.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Kenîseya Kildanî li Îraq û Cîhanê spasiya serdan û piştgiriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Patriyark Nona herwesa pesnê proje û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmetê da û got: "Hûn mêrên kiryaran in."