Nêçîrvan Barzanî, Tom Barrack û Mazlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Di pêngaveke dîplomatîk û stratejîk a giring de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nûnerê Taybet ê Trump û Fermandarê Giştî yê HSDê li Hewlêrê civiyan û paşeroja Sûriyeyê û parastina mafên Kurdan nîqaş kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 16ê Hezîrana 2026ê) ragihand ku civîneke hevpar û sêalî di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî de bi rê ve çû.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di wê civînê de pêşveçûnên dawiyê yên siyasî û ewlehiyê yên deverê, rewşa Sûriyeyê û alîkariya navbera Kurdan û Şamê hatine nirxandin. Barrack di wê civînê de tekezî li ser berdewamiya piştgiriya welatê xwe bo parastina aramî, tenahî û dîtina çareseriyeke guncayî bo krîzaan li Sûriyeyê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe ve tekez kir ku nîqaş û jihevtêgihiştina navbera aliyan û parastina mafên Kurdan û hemî pêkhateyan li Sûriyeyê rêya çareserkirina pirsgirêkan e. Her di vî warî de, wî amadebûna Herêma Kurdistanê bo pêşkêşkirina her alîkarî û piştgiriyekê bo çareserkirina arêşeyan û parastina ewlehî û tenahiyê nîşan da.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa eşkere kir ku xurtkirina hevahengî û hevkariya hevpar a ji bo rûbirûbûna xeteriyên terorê û dabînkirina aramiyeka binecih li deverê mijarên tewerekê din ê wê civînê bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî her her îro pêşwaziya şandeke Amerîkayî kir, ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Îraq û Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack serokatiya wê şandê dikir.