Nûnerê Trump rêz bo rol û pêgeha Seroka Barzanî heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê kir; di civînê de tekezî li ser piştgiriya pêvajoya siyasî ya bêçekkirina mîlîsan û avakirina dostîniyeke stratejîk a aborî hat kirin.

Serok Mesûd Barzanî piştî nîvroya îro (Sêşem, 16ê Hezîrana 2026ê) li Pîrmamê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack kir.

Baregaya Barzanî daxuyaniyek belav kir ku tê de hatiye gotin, Tom Barrack di wê hevdîtinên de silavên Serok Donald Trump gihandin Serok Barzanî û dilxweşiya xwe ji bo hevdîtina ligel Serok Barzanî nîşan da û rêz bo rol û pêgeha Serok Barzanî di tenahiya Iraq û deverê de hebû.

Barrack tekez jî pêdivîtiya Iraq û deverê bi tenahiyê heye û di wî warî de jî Herêma Kurdistanê roleke giring û cihê pûtrpêdanê di niha û paşerojê de heye. herwesa ecêbmana xwe bi pêşkevtina Herêma Kurdsitanê diyar kir û wekî nimûneyî wesif kir.

Her di wê hevdîtinên de, Serok Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistan herdem faktora tenahiyê bûye û bo tevahiya arêşeyên Iraq û deverê ligel diyalog û çareseriyên dîplomatîk bûye. Herwesa ragihand: "Kurdistan tu demekê nebûye parçeyek ji pirsgirêkan, lê bi neheqî serpeşkên şer û duberekiyên deverê gihîştine wê."

Serok Barzanî tekez jî kir ku divê Rojhilata Navîn di nav rewşeke tena û jiyarxweşiyê bo şêniyên xwe re derbaz bibe. Di tewerekî din de, her du alî li ser giringiya hevkarî û hevahengiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta nû ya Iraqê axivîn.

Nûnerê Taybet ê Seroka Amerîkayê bo Karûbarên Iraq û Sûriyeyê behsa pêdivîtiya tenakirin û parastina sîstema siyasî ya Îraqê û parastina rola dewletê di kontrolkirina hêzên çekdar ên nefermî de kir, û piştgiriya xwe bo Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di pêvajoya derxistina çekan ji destê mîlîsan û hatina wan bo jêr desthilata dewleta Iraqê de tekez kir.

Li ser Hikûmeta Iraqê ya nû, tevî tekezkirina piştgirîkirina Elî Zeydî, Serok Barzanî ragihand ku divê hemî alî hîkmetê ji şaşiyên borî werbigirin û li ser bingeha hevparî, hevsengî û hevdengiyê di çarçoveya destûrê de kar bikin.

Di pareke din a wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nêrînên xwe li ser rewş û hevkêşeyên deverê li hev guhartin û herwesa her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn, ku bi hev re li ser komeke pêşengiyên hevpar kar bikin, ji bo tenahiya Îraq û Herêma Kurdistanê û avakirina dostîniya stratejîk a demdirêj di warê aborî û pêşxistina veberhênanê de.