Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Logoyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê
Logoyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe bi armanca nîqaşkirina bicihanîna sîstema gumrikî ya elektronîkî "Asycuda" serdana Bexdayê dike, daku lihevkirina destpêkî ya her du aliyan li ser deriyên sînorî bê îmzakirin.

Çavkaniyeka agahdar îro (Sêşem, 16ê Hezîrana 2026ê) ji Kurdistan24 re ragihand ku şandeke teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe (Çarşem, 17ê Hezîrana 2026ê) bo nîqaşkirina bicihanîna sîstema "Asycuda"yê ber bi Bexdayê ve bi rê dikeve.

Herwesa biryar e ku li roja Pêncşemê ew şand ligel şanda teknîkî ya Hikûmeta Federal bicive û lihevkirina destpêkî ya bicihanîna wê sîstemê li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bê îmzakirin.

Li gorî gotina wê çavkaniyê, piştî îmzakirina wê lihevkirinê, Encûmena Wezarî ya Aborî ya Îraqê dê li ser wê lihevkirinê nîqaşan bike û dê bi rengekê fermî bipjirîne.

Ev pêngav di demekê de ye ku Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê li roja Çarşemê (10ê Hezîrana 2026ê), bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, civîna xwe ya asayî kiribû û tê de pirsa dahatên navxweyî û bicihanîna sîstema "Asycuda"yê nirxandibû.

Di wê civînê de, Wezîrê Darayî û Aborî raportek li ser dahata pênc mehên yekê yên sala 2026ê pêşkêş kiribû, ku tê de hatibû diyarkirin ku dahata navxweyî ji ber rewşa deverê, şer û yekalînebûna dosyeya A”sycuda”yê bi rêjeya zêdetirî 70% bi awayekî berçav daketiye.

Ji ber vê yekê, Encûmena Wezîran daxwaz ji hikûmeta federal kiribû ku pêdaçûnê di wan 120 milyar dînaran de bike, ku wekî pişka xezîneya federal hatiye diyarkirin. Herwesa li ser sîstema “Asycuda”yê jî, Encûmena Wezîran daxwaz kiribû ku di dema herî nêzîk de Encûmena Wezarî ya Federal bo Karûbarên Aborî wê jihevtêgihiştina destpêkî bipejirîne, ku di meha Nîsana îsal de hatibû îmzakirina, ji ber ku ev pêngav dê bibe sedema zêdebûna dahata deriyên sînorî û vejîna bazarê ku di berjewendiya tevahiya Îraqê de ye.