Li 5 parêzgehan operasyona "Malên Fînansê yên Biyanî" hat lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya lêpirsîna li ser qumara neqanûnî û şûştina pereyan de, li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê operasyoneke hevdem hat kirin û 51 kes hatin binçavkirin.

Peyamnerê me Nail Kadırhan ji parêzgeha Diyarbekirê got; Di çarçoveya lêpirsînên ku ji aliyê Yekîneya Sûcên Sîber a Daîreya Polîsan a Parêzgeha Diyarbekirê ve hatine kirin de, hat tespîtkirin ku li parêzgehê di bin navê "malên fînansê yên biyanî" de torên qumara neqanûnî hatine damezrandin.

Herwesa hat eşkerekirin jî ku wan toran hesabên bankayê yên welatiyan bi kirê girtine û komên darayî yên bi têkiliyên bi Komara Tirk a Bakurê Qibrisê (KKTC) re têne birêvebirin.

Li ser vê bingehê, îro (Sêşem, 16ê Hezîrana 2026ê) li parêzgehên Diyarbekir, Stenbol, Gazîantep, Tekirdag û Muglayê operasyoneke hevdem û berfireh ji bo girtina gumanbaran hat lidarxistin û di encamê de, bi tevahî 51 kesên ku di nav wan malên fînansê de bûn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û binçavkirin.

Li gorî zanyarên tîmên lêkolînê, qebareya danûstandina darayî ya di nav hesabên bankayê yên wan rêxistinan de gihîştiye asteke bilind û bi tevahî mîqdara 1 Mîlyar û 165 Mîlyon û 753 Hezar lîreyên tirkî (TL) bûye.

Di encama lêpirsînê de hat piştrastkirin ku 5 malên fînansê yên biyanî di van çalakiyên neqanûnî de pişkdar in û nasnameya 41 gumanbaran hat tespîtkirin, ku 2 ji wan li derveyî welat (li Dubai û KKTC) dijîn.