Parlamentoya Tirkiyeyê ji ber pêvajoya aştiyê nakeve betlaneya yasayî
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Tirkiyeyê biryar da ku xebatên xwe yên yasayî dirêj bike û di 1ê Tîrmehê de neçe betlaneya salanê. Dem Partî jî hewlên xwe zêde kirine daku berî betlaneyê, çarçoveyeke yasayî ji bo pêvajoya aştiyê were amadekirin.
Biryara dirêjkirina dema xebatên Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) di Rojnameya Fermî ya wî welatî de hat weşandin. Li gorî biryarê, parlamentoya ku dihat çaverêkirin di 1ê Tîrmeha 2026an de bikeve betlaneyê, dê xebatên xwe berdewam bike.
Ev biryara ku li ser bingeha madeya 93yemîn a Destûrê û madeya 5emîn a Rêziknameya Navxwe ya Parlamentoyê hatiye girtin, di civîna 102emîn a Civata Giştî de ya di 16ê Hezîranê de hatibû pesendkirin.
Hevdem ligel dirêjkirina xebatên parlamentoyê, Dem Partî jî daxwaz dike ku ev derfet ji bo avêtina pêngavên pratîkî yên derbarê pêvajoya aştiyê de were bikaranîn. Nûnerên Kurd destnîşan dikin ku divê berî betlaneya havînê, bingehên yasayî ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê bên danîn.
Hevdîtina bi Serokê Meclîsê re
Di vê çarçoveyê de, şandeya Îmraliyê bi Serokê Meclîsa Tirkiyeyê re civiya. Di hevdîtinê de, şandeyê bi hûrgulî behsa giringiya rola parlamentoyê di çareserkirina pirsa Kurd de kir. Şandeyê tekezî li ser wê yekê kir ku divê "gavên yasayî" bên avêtin daku pêvajoya aştiyê bibe xwedî çarçoveyeke fermî û rê li ber astengiyan were girtin.
Tê payîn ku di rojên pêş de, nîqaşên li ser "yasaya çarçove" li parlamentoyê germtir bibin û aliyên siyasî li ser nexşerêyeke nû ya çareseriyê werin cem hev.