Dem Partî: Divê hemû partî xwedî li pêvajoyê derkevin

Diyarbekir (K24) – Dem Partî bi gilî ye û dibêje ku partiyên din ên di parlementoyê de cih digirin qasî me xwedî li pêvajoyê dernakevin. Çavdêrên siyasî jî balê dikêşin ku pêwîst e partiyên din jî xwedî li pêvajoyê derbikevin û rêya avêtina gavên yasayî bidin vekirin da ku ew pêvajoya bi hêviyên mezin dest pê kiribû careke din têk neçe û ev derfeta dîrokî ji dest neçe.

Pêvajoya ku di Tîrmeha 2024an de bi bangewaziya Serokê MHP Dewlet Bahçelî dest pê kiribû di qonaxa avêtina gavên yasayî de ye û di vê mijarê de her çiqas daxuyaniyên erênî hatibin dayîn jî gavek şênber nehatiye avêtin. Derbarê vê rewşê de rayedarên Dem Partiyê bi gilî ne û dibêjin ku partiyên din ên di parlementoyê de cih digirin qasî wan li pêvajoyê xwedî dernakevin û pêwîst bû ku partiyên di komisyona hevgirtina neteweyî biratî û demokrasiyê de cih girtibûn di qadan de jî xwedî li pêvajoyê derketana.

Hevseroka Rêxistina Dem Partiyê ya Diyarbekirê Gulşen Ozer ji K24ê re got: “Nizanim çima partiyên din derbarê pêvajoyê de wisa lawaz tevdigerin, ev pêvajo bo herkesî ye û herî zêde bo kurdan e ku kurdên di şer de berdel nedane nînin. Divê ne wisa be divê hemû alî xwedî debrikevin.”

Çavdêrên siyasî jî balê dikêşin ku ji bilî Dem Partiyê partiyên din li gorî berjewendiyên xwe yên hilbijartinê nêzîkî pêvajoyê dibin û tevdigerin û ji ber wê jî pêvajo bi awayeke giran dimeşe û ev yek jî dibe sedem ku derbarê avêtina gavên yasayî de xebatek şênber dernekeve holê.

Çavdêrê siyasî Enes Akdemîr dibêje: “AK Partî partiya desthilatdar e û divê herî zêde ew xwedî li pêvajoyê derbikeve, ji her alîyî deng werdigre divê gavên mezin û şênber biavêje.”

Dem Partî amaje dike ku divê giranî û berpirsiyariya pêvajoyê ne tenê li ser milê Dem Partiyê be û eger tê xwestin ku çareseriyek ku hemû aliyan li xwe digire û mayînde tê xwestin divê hemû aliyên siyasî wek pêvajoya xwedî li pêvajoyê derbikevin.