Trump: Peymana bi Îranê re aboriya cîhanê ji herifînê parast

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, peymana nû bi rêjeya %99.9 rê li ber çêkirina çeka atomî ya Îranê digire. Trump hişyarî da jî, heke Tehran pabendî sozên xwe nebe, dê bi tundî êrîşî wî welatî bikin.

Donald Trump îro 17ê Hezîranê li Fransayê di perawêza lûtkeya "G7" de ligel Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî civiya. Trump piştî civînê derbarê peymana nû ya di navbera Washington û Tehranê de ji rojnamevanan re got: "Ev peymana nû %99.9 rê li ber bidestxistina çekê atomî ji aliyê Îranê ve digire. Armanca me ya sereke ew e ku Tehran bi ti awayî nebe xwediyê çekê atomî." 

Serokê Amerîkayê bi tundî hişyarî da û tekez kir ku heke Îran sozên xwe bicih neyne, Amerîka dê careke din û bi awayekî pir tundtir êrîşî wan bike.

Serokê Amerîkayê mizgîniya vekirina Tengava Hurmuzê da û got: "Di nava yek-du rojên bê de Tengava Hurmuzê dê bi temamî were vekirin û hatûçûna keştiyan dê asayî bibe."

Trump her wiha bal kişand ser bandora peymanê ya li ser aboriya cîhanê û diyar kir ku buhayê neftê daketiye 73-74 dolaran, ku ev nêzîkî buhayê berî qeyranê ye. Herwiha got: "Alternatîfa vê peymanê dê herifîneke mezin a aboriya cîhanê ba, ji ber ku keştiyan nedikarî di tengavê re derbas bibin dema ku her der bi mîn û mûşekan hatibû girtin."

Roja duşemê, 15ê Hezîrana 2026an, Amerîka û Îran li ser peymaneke giştgir a ji bo bidawîkirina şer û rageşiyê li hev kiribûn. Agirbesta li Libnanê û vekirina Tengava Hurmizê jî beşek in ji vê peymanê. Tê payîn ku roja înê, 19ê Hezîrana 2026an, ev peyman li Swîsreyê bi awayekî fermî were îmzekirin û bi vî rengî dawî li qeyraneke mezin a ku bandor li bazara enerjiyê û jiyana hezaran kesan kiribû, bê anîn.