Trump spasiya Çîn û Rûsyayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, di dema rageşiya bi Îranê re, Çîn û Rûsya bêalî mane û nebûne asteng li pêşiya hewildanên wî yên ji bo sînordarkirina daxwazên tomî yên Tehranê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Fransayê li perawêzê lûtkeya "G7" û piştî pesendkirina peymana agirbestê, di konferanseke rojnamevanî de spasiya her Çîn û Rûsyayê kir. Trump got: "Ez dixwazim spasiya wan bikim, ji ber ku ew bi awayekî berçav beşdarî baştirkirina rewşê bûne."
Trump destnîşan kir, Serokê Çînê Xi Jinping pabendî "bêalîbûneke temam" bûye û Vladimir Putin jî bi heman awayî "pir bêalî" tevgeriyaye. Trump got: "Dikaribûn karê me pir zehmettir bikira, lê wan ev yek nekir."
Ev daxuyaniyên Trump piştî wê yekê tên, wî pêştir rexneyên tund li hevpeymanên Amerîkayê, bi taybetî Japon û welatên Ewropayê girtibûn. Trump ew tawanbar kiribûn ku di operasyonên serbazî de yan jî di parastina Tengava Hurmizê de, alîkariya Washingtonê nekirine.
Tevî ku Moskow û Pekîn têkiliyên wan ên nêzîk bi Tehranê re hene, Trump bal kişand ser wê yekê ku Xi Jinping di çareserkirina nakokiyan de alîkar bûye. Trump diyar kir, Pekînê xwe ji şandina çekên giran, mûşekên li dijî firoke û keştiyên şer bo Îranê, dûr girtiye.
Lêbelê, çavkaniyên îstîxbarata Amerîkayê behsa wê dikin ku Pekînê hinek kelûpelên serbazî dane Tehranê û parzûngehên serbixwe yên Çînê jî kiriyarên sereke yên petrola Îranê ne û sizayên Amerîkayê piştguh xistine.
Li hemberî van daxuyaniyan, Berdevkê Balyozxaneya Çînê li Washingtonê ragihand, helwesta wan neguheriye û wan her dem kar ji bo bidawîkirina şer û çespandina aştiyê kiriye. Balyozxaneya Rûsyayê jî heta niha ti daxuyaniyên fermî li ser van gotinên Trump nedaye.