Ukraynayê mezintirîn êrîş bir ser Rûsyayê: "Ziyan gihîşt bazareke Kurdan jî"

Navenda Nûçeyan (K24) – Ukraynayê di mezintirîn êrîşa asmanî ya ji destpêka şer ve, bi zêdetirî 500 dronan êrîşî kûrahiya xaka Rûsyayê kir. Di encama êrîşan de, li Moskoyê depoyeke sotemeniyê û çend avahiyan ziyan dîtin û her çar firokxaneyên paytextê ji bo demekê hatin girtin.

Îro 18ê Hezîrana 2026an, şerê navbera Rûsya û Ukraynayê kete roja xwe ya 1575an. Di vê rojê de Ukraynayê êrîşeke mezin a asmanî bir ser xaka Rûsyayê ku tê de zêdetirî 500 dron hatin bikaranîn.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, sîstema bergiriya asmanî ya welat, şevê borî 555 dronên Ukraynayê li ser asmanê herêmên cuda pûç kirine. Li gorî daxuyaniyê, ev dron li asmanê parêzgehên wekî Mosko, Belgorod, Kursk, Voronezh, Crimea û heta ser Deryaya Azov hatine têkşikandin.

Şaredarê Moskoyê Sergey Sobyanin diyar kir, tenê li asmanê paytextê 180 dron hatine pûçkirin. Sobyanin destnîşan kir ku ev "mezintirîn êrîş e di du salên dawî de" ku li ser Moskoyê hatiye kirin.

Ji ber perçeyên dronên têkşikandî, li Moskoyê depoyeke sotemeniyê şewitî û dûmaneke reş asmanê herêmê girt. Her wiha Saziya Federal a Veguhastina Asmanî ya Rûsyayê ragihand, her çar firokxaneyên sereke yên Moskoyê ji bo ewlehiyê bi demkî hatine girtin.

Di êrîşê de bazara "Sadovod" a li Moskoyê jî ziyan dît. Di vê bazarê de hejmareke mezin a xwedîkar û karkerên Kurd dixebitin. Li gorî peywendiyên taybet ên Kurdistan24ê, tevî ku ziyan gihîştiye bazarê, ti xwedîkar an karkerekî Kurd birîndar nebûye.

Parêzgarê Moskoyê Andrey Vorobyov jî piştrast kir, ziyan gihîştiye çend avahiyên niştecihbûnê û navendên bazirganî, lê heta niha hejmara kuştî an birîndaran bi fermî nehatiye aşkerekirin.

Ev êrîşa berfireh di demekê de ye, hewlên ji bo aştiyê berdewam dikin. Hat ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di peywendiyeke telefonî de ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re gotiye, ev cure êrîşên Ukraynayê yên li ser navçeyên niştecihbûnê, pêvajoya aştiyê û danûstandinan zehmettir dikin.