Hewlêr û Bexda li ser sîstema gumrikê ya 'Asycuda' gihîştin rêkeftinê
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, li ser hemû hûrgiliyên teknîkî yên sîstema 'Asycuda' ji bo birêvebirina dergehên sînorî gihîştin rêkeftina dawî.
Şandeya teknîkî ya Herêma Kurdistanê û berpirsên hikûmeta federal îro 18ê Hezîrana 2026an li Bexdayê civiyan. Li gorî çavkaniyên agahdar ji nava civînan ji bo Kurdistan24ê ragihandine, her du alî li ser temamiya hûrgiliyên hunerî yên cîbicîkirina sîstema Asycuda li hev kirine.
Şandeya Herêma Kurdistanê duh 17ê Hezîranê, bi mebesta gotûbêjkirina vê sîstema nû serdana Bexdayê kiribû. Berê jî Rêveberê Giştî yê Gumrika Iraqê Samer Qasim diyar kiribû, di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevahengiya temam û hevtêgihiştineke pir baş heye daku ev sîstem li hemû dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê were sepandin.
Sîstema Asycuda çi ye?
Sîstema Asycuda sîstemeke elektronîkî ya cîhanî ye ku ji bo birêvebirina daxuyaniyên gumrikê tê bikaranîn. Ev sîstem ji aliyê Konferansa Neteweyên Yekgirtî ya ji bo Bazirganî û Geşepêdanê (UNCTAD) ve hatiye pêşxistin.
Armancên sereke yên sîstemê:
- Yekxistina rêkarên gumrukê: Di navbera Herêm û Bexdayê de sîstemeke hevbeş ava dike.
- Têkoşîna li dijî gendeliyê: Bi rêya dîjîtalkirina karan, rê li ber gendelî û fînansekirina terorê digire.
- Hêsankirina bazirganiyê: danûstandinên gumrikî zûtir û asantir dibin.
- Zêdekirina dahatê: Dahata ne-neftî ya dewletê bi awayekî rêkûpêk zêde dibe.
Hikûmeta Iraqê di qonaxa dawî de, hewl dide hemû dergehên xwe yên sînorî bi vê sîstema navdewletî ve girê bide, ku ev yek jî pêdivî bi hevahengiya teknîkî ya xurt a di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebû. Bi vê rêkeftina nû, tê çaverêkirin ku tevgera bazirganî li Iraq û Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeke nû û şefaf bibe.