Wezîrê Tenduristiyê: Hewlêr bûye navendeke bijîşkî ya cîhanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê di Yekemîn Konferansa Navdewletî ya Hewlêrê de ragihand, Kurdistanê di warê tenduristiyê de pêngavên mezin avêtine û pijîşkên Kurd niha di warê zanistî û pratîkî de ligel pijîşkên cîhanî hevpar in.

Yekemîn Konferansa Navdewletî ya Hewlêrê îro 18ê Hezîranê ji bo Endoskopî û Nexweşiyên Sîstema Herisê (EGE) bi beşdariya pisporên navxweyî û biyanî dest pê kir. Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Barzincî di gotara vekirina konferansê de bal kişand ser pêşkeftinên dawî yên kerta tenduristiyê ya Herêmê.

Dr. Saman Barzincî diyar kir, lidarxistina çalakiyên bi vî rengî beşek ji bernameya wezaretê ya ji bo "Geşepêdana Pijîşkî ya Berdewam (CME)" e. Herwiha got: "Hewlêr û Herêma Kurdistanê niha ne tenê cihek ji bo dermankirina nexweşan in, lê belê bûne navendeke girîng a zanistî û fêrbûnê."

Barzincî her wiha destnîşan kir, asta zanistî û jêhatiya pijîşkên Kurdistanê gelekî bilind e û got, "Pijîşkên me ji pijîşkên welatên din ne kêmtir in; ev yek bûye sedem ku em di pevguherîna ezmûnan de ligel bajarên Iraqê û welatên biyanî her dem di pêş de bin."

Wezîrê Tenduristiyê ronahî xiste ser giringiya teknolojiyên nû got: "Hinavbînî niha di sîstema dermankirinê de, bûye alternatîfa herî serkeftî ya gelek neştergeriyên mezin û giran. Ev yek bûye sedema rizgarkirina jiyana gelek nexweşan û kêmkirina rêjeya mirinê, bi taybetî di rewşên awarte yên xwînberbûna sîstema herisê de."

Derbarê planên wezaretê de, Dr. Saman Barzincî aşkere kir ku ew dixwazin xizmetguzariyên hinavbînî û amûrên pêşkeftî bigihînin hemû îdareyên serbixwe û qezayan jî, daku barê ser navendên bajaran sivik bibe. Herwiha hêvî xwest ku navendên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bibin navendên navdewletî ji bo rahênana pijîşkên "Borda Erebî û Iraqî".

Di dawiyê de, Wezîrê Tenduristiyê behsa bernameyeke nû ya giring kir ku ew jî "skirînîng û lêkolîna berfireh" e ji bo naskirina zû ya nexweşiyên pencerşêra gede û kolonê. Barzincî tekez kir ku ev pêngav dê roleke mezin di serkeftina dermankirinê û dirêjkirina temenê nexweşan de bilîze.