Hikûmeta Swîsreyê: Hemû amadekarî ji bo civîna Amerîka û Îranê hatine kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Swîsreyê ragihand, îmzekirina yadaştnameya hevtêgihiştinê ya di navbera Amerîka û Îranê de gaveke giring e. Ji bo parastina ewlehiya civîna her du welatan, hikûmeta Swîsreyê asmanê navçeyê digire û 2 hezar leşkeran belav dike.

Wezareta Derve ya Swîsreyê îro 18ê Hezîrana 2026an, di bersiveke taybet de ji bo emaileke fermî ya Kurdistan24ê, pêşwaziya xwe ji bo îmzekirina yadaştnameya hevtêgihiştinê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de nîşan da.

Wezareta Derve ya Swîsreyê ji bo Kurdistan24ê destnîşan kir, îmzekirina vê hevtêgihiştinê di asta herî bilind de, "gaveke giring e ber bi kêmkirina rageşiyên li navçeyê."

Derbarê hûrgiliyên civînê de, wezaretê diyar kir, plan wekî xwe ye û nûnerên Amerîka û Îranê ligel her du welatên navbeynkar (Pakistan û Qeter) û welatên din ên peywendîdar, roja înê (19ê Hezîranê) li komelgeha "Burgenstock"ê dicivin.

Armanca vê hevtêgihiştinê, encamdana gotûbêjên destpêkê ye li ser mekanîzmaya cîbicîkirina rêkeftinê. Lêbelê, wezaretê diyar kir, di vê qonaxê de nikarin zanyariyên zêdetir li ser rojev û hûrgiliyên teknîkî bidin.

Rêkarên ewlehiyê yên tund

Ji bo parastina ewlehiya mêvanan û civînê, Swîsre amadekariyên mezin dike:

- Girtina Asman: Hikûmeta Swîsreyê biryar daye ku di dema civînê de geştên asmanî yên li ser herêmê bi demkî qedexe bike.

- Hêza Leşkerî: Nêzîkî 2 hezar leşker ji bo parastina herêmê û kesayetên xwedî parêzbendiya dîplomatîk, hatine erkdarkirin.

Wezaretê tekez kir ku Swîsre li gorî yasayên navdewletî pabend e ku ewlehiya herî bilind ji bo vê lûtkeya giring dabîn bike.

Berbenga îro, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan deqa "Yadaştnameya Hevtêgihiştinê ya Îslamabadê" bi awayekî dîjîtalî îmze kir. Ev peyman bi mebesta bidawîkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê hatiye amadekirin.

Li gorî nexşerêya aştiyê, her du alî li hev kirine ku di nava 60 rojan de bigihîjin çareseriya dawî û di vê demê de li ser hemû eniyan dawî li her cure dijminatiyê bînin.