Kurdistan24 naveroka lihevkirina Hewlêr û Bexdayê li ser Asycudayê belav dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li Bexdayê li ser 16 xalên girêdayî sîstema "Asycuda"yê gihştin lihevkirinê. Li gorî wê lihevkirinê, zimanê Kurdî dê li ser wê sîstemê bê zêdekirin û pênaseya gumrikê jî dê bê yekkirin.
Çavkaniyeka agahdar ji nav civînên Hewlêr û Bexdayê ji Kurdistan24ê re ragihand ku bi çavdêrî û rênimayiyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (Pênjşem, 18ê Hezîrana 2026ê) şandên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li Bexdayê li ser tevahiya hûrgiliyên teknîkî yên sîstema "Asycuda"yê gihştin lihevkirinê.
Li gorî zanyarên Kurdistan24, ev lihevkirina hatiye îmzakirin dê di civîna bê ya Encûmena Wezarî ya Aborî ya Iraqê de bi rengekê fermî bê pejirandin.
Naveroka lihevkirina Hewlêr û Bexdayê li ser sîstema “Asycuda”yê:
1. Herêma Kurdistanê dê desthilateka temam bo tomarkirina kompanyayên Herêmê di sîstema Asycudayê de hebe.
2. Rahênan dê ji aliyê Rêveberiya Gumrikê ya Federal ve bi karmendên deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bên kirin.
3. Ev lihevkirin li ser bingeha bendên madeyên 110, 112, 114 û 121 (benda sêyê) ji Destûra Iraqê hatiye îmzakirin.
4. Pênaseya gumrikê li tevahiya deriyên Iraq û Herêma Kurdistanê dê bê yekkirin, û her guhertineka pênaseyê dê bi hevparî be.
5. Zimanê Kurdî dê li sîstema “Asycuda”yê bê zêdekirin.
6. Kopiya parastî ya sîstemê (Backup) ji bo tevahiya Iraqê dê li Fermangeha Teknolojiyaya Zanyariyê (IT) ya Herêma Kurdistanê be.
7. Îtîraf dê bi deverên gumrikî yên azad ên her du hikûmetan bê kirin.
8. Ji bo çareserkirina pirsa deriyên sînorî yên nefermî, lîjneyeka hevpar dê jê re bê pêkanîn.
9. Ti sansorek li ser ti deriyekî sînorî yê Iraqê, tevî deriyên Herêma Kurdistanê, dê neyê danan.
10. Mijara dahata gumrik û bacê dê di Encûmena Aborî ya Iraqê de bê yekalîkirin.
11. Rojjimêreka çandiniyê ya yekgirtî li ser bingeha lihevkirina her du wezaretên çandiniyê dê bê peyrewkirin.
12. Lêborîna gumrikî û parastina berhemên navxweyî dê di Encûmena Aborî de bê yekalîkirin.
13. Pişkinîna Kontrola Cûnî ya kelûpelên hawirdekirî ji aliyê dezgehên peywendîdar ên her du hikûmetan ve tê meşandin.
14. Destûriya hawirdekirin û hinardekirina kelûpelên derketî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar pê tê kirin.
15. Belgenameyên kompanyayên Herêma Kurdistanê, yên ku ji aliyê Rêveberiya Tomara Kompanyayên Herêma Kurdistanê ve hatine derxistin, qebûlkirî ne.
16. Belgenameyên ku ji Rêveberiya Giştî ya Pêşxistina Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê derketine, kar pê tê kirin.
Ev lihevkirina teknîkî û aborî pêngaveka stratejîk e, bo nehêştina pirsgirêkên gumrikî yên demdirêj ên navbera Hewlêr û Bexdayê. Zêdekirina zimanê Kurdî û parastina kopiya sîstemê (Backup) li Hewlêrê, parastina serwerî û taybetmendiya destûrî ya Herêma Kurdistanê nîşan dide, herwesa yekkirina pênaseya gumrikî rê li ber pêşxistina aborî ya hevpar li seranserî Iraqê vedike.