Bi amadebûna Mesrûr Barzanî ahenga derçûnê ya xwendekarên Şuweyfatê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (Pêncşem, 18ê Hezîrana 2026ê) ahenga 11ê ya bidawîhatina xwendina sala 2025-2026ê ya qonaxa 12ê ya amadehiyê ya Dibistana Navdewletî ya Şuweyfatê bi rê ve diçe.

Dibistana Navdewletî ya Şuweyfat a Nehikûmî di sala 2006ê de li Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin û sîstema wê ya perwerdehiyê ji baxçeyê zarokan heta qonaxa 12ê ya amadehiyê vedigire.

Ev dibistana pêşkeftî, di sala xwendinê ya 2012-2013ê de di rênimayiyeka fermî de, gera yekê ya derçûna xwendekarên qonaxa 12ê ya amadehiyê ragihandibû û ji wê demê ve her sal bi sedan xwendekarên jêhatî li ser astê navdewletî amade dike.