Waşintonê dorpêça deryayî ya li ser Îranê bidawî anî

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku tevahiya dorpêça deryayî ya li ser Îranê hat rakirin û êdî rê li hatin û çûna keştiyên bazirganî bo nav benderên wî welatî nayê girtin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Pêncşem, 18ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku li gorî rênmayiyên Serokê Amerîkayê, tevahiya wan dorpêç û sîndorkirinên ku li ser tevgera deryayî bo bender û deverên peravî yên Îranê hebûn hatine rakirin.

CENTCOMê bal kişand ser wê yekê jî ku hêzên Amerîkayê êdî rêyê li wan keştiyan nagirin ên ku berê xwe didin benderên Îranê an ji wê derê derdikevin, çi li Kendavê be û çi jî li Kendava Omanê. Tekez jî kir ku tevahiya bizavên serbazî yên Amerîkayê bo bicihanîna dorpêça deryayî hatine rawestandin.

Di pişkeka din a wê daxuyaniyê de hatiye, tevî rakirina dorpêçê, keştiyên mezin ên şerî yên Amerîkayê dê li deverê bimînin. Armanc ji mana wan keştiyan jî ew e ku piştrast bibin ku tevahiya aliyên lihevkirinê dê pabendî xalên wê bibin û bi hêz û bandora xwe ya temam ve li dû biryaran diçin.

Ev daxuyaniya fermî ya CENTCOMê pêngaveka kiryarkî ye, di warê kêmkirina aloziyên navbera Waşinton û Tehranê de. Rakirina dorpêça deryayî peywendî bi wan jihevtêgihîştnên dawiyê ve heye, ku li deverê hatibûn nîqaşkirin. Mana keştiyên şerî yên Amerîkayê jî nîşan dide ku her çend e aborî û bazirganî ber bi asayîbûnê ve diçin jî, lê Amerîka hîn jî çavdêriya serbazî ya tund wek misogeriya peymanê li deryayên deverê diparêze.